Tuesday, December 15, 2009

Turk: Em dê di demek nêzîk de daxwaznameya îstîfadê bidin

Turk: Em dê di demek nêzîk de daxwaznameya îstîfadê bidin
Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk, têkildarî îstîfakirina parlementerên DTP'ê biryara xwe aşkere kir û û diyar kir ku wan biryara îstîfayê daye û dê di demek nêzîk de daxwaznameyê de îstîfayê bidin.

Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk, diyar kir niha şert û mercê mayina li parlementoyê nemaye û ji ber vê yekê bi partiya xwe re biryara îstîfakirina parlementoyê dane. Turk, wiha gto: "Be berê jî gotibû ger ku têkoşîna me ya demokratîk li ber çavan nayê girtin. Ger ku destê xwe bidin hevalekî me tu wateya me ya em li meclîsê bimînin namîne. Dadgeha Makezagonê li gel 2 parlementeran ji bo 37 DTP'îyan biryara qedexeya siyasetê û girtina partiya me da. Bi vê biryarê re rê li pêşiya siyaseta parlementoyê hate girtin û tu wateya ku niha em li parlementoyê siyasetê bimeşînin nemaye."

Turk, anî ziman ku piştî wan bi gel re nişaşa xwe meşand û şûnde gihiştine biryara ku ji vê saetê û şûnde tu wateya ku li meclîsê binînin nemaye û dê di demek nêzîk de daxwazmameya îstîfayê bidin. Turk wiha dom kir: "Me her tim got çihê çareseriyê parlementoyê ye. Em dîsa dibêjin. Lê mixabin parlementoya heyî em hazm nekir. Em di nava xwe de qebûl nekir. Em her dim dibêjin bila pêşiya siyaseta demokratîk vebin. Em îro ji ber vê yekê li hev kom bûn û em gihiştin baweriya ku ji vê saetê û şûnde di bin van şert û mercan de tu wateya me ya li meclîsê bimînin nemaye. Lê belê dîsa dê têkoşîna me ya siyasî bidome. Ger ku li vî welatî 72 milyon mirov aştiyê dixwaze divê her kes ji bo aşityê di nava hewildanê de bin. Em dê di nava gelê xwe de siyaseta xwe û têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin."

© Roj TV

No comments:

Post a Comment