Friday, December 11, 2009

ÇALAKIYA LI BER AVAHIYA CPT DI ROJA XWE YA 3. DE YE

ÇALAKIYA LI BER AVAHIYA CPT DI ROJA XWE YA 3. DE YE

Komîteya Êdî Bes e ya Ewrûpayê bi armanca balê bikşîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber CTP pêr çalakiya rûniştinê da destpêkirin..

Koma ji bajarê Elmanyayê Ştuttgartê doh çalakî dewr girt...

Çalakî her roj sibê destpê dike û heta saet 16'an dewam dike..

Îro jî, wê Kurdistaniyên ji bajarê Siwîsreyê Zûrîxê tevlî çalakiyê bibin..
SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
HEYETEKÊ BI CPT'Ê RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Li aliyê din, heyetek ji çalakgeran îro bi rayedarên CPTê re hevdîtin pêk anî..

Heyeta ji Komîteya Êdî Bese û nûnerên DTP'ê pêk dihat doh saet li 15'an bi rayedarên CPT û Komîsyona Ewrûpayê re hevdîtin pêk anî...

Hevdîtinê qasî saetekê dewam kir..

Li ser navê Komîsyona Ewrûpayê Uwe Muller û li ser navê CPT jî Fabrîce Kelens tevlî hevdîtinê bûn....

Kurdistaniyan ji rayedarên CPTê xwestin ku tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê..

Kelens, diyar kir ku ew dosyaya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji nêz ve dişopînin..

Rayedarê CPTê destnîşan kir ku wan hucreya nû ya Ocalan ne dîtiye û got, piştî ku bibînin ewê mijarê binirxînin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment