270'ê saziyên civaka sivîl ên di Platformên Demokrasî yên 17 bajarên Kurdistanê de cih digirin, doh di Roja Mafê Mirovan de, deklarasyonek weşand.
270'ê saziyên ji rêxistinên saziyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, ode û rêxistinên pîşeyan pêk tên, bi daxuyaniyeke çapemeniyê deklarasyona çareseriya demokratîk eşkere kir.
Nunerên gelek saziyan û xwendekarên wêneyên Aydin Erdem hilgirtin jî, piştgirî da deklarasyonê.
Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Edîp Yaşar deklarasyon xwend û got, bi hatina komên aştiyê, hêviya çareseriyê zêde bû, lê belê dûre dîsa pêvajoya xeter, dest pê kir.
Yaşar anî ziman ku siyaseta du-rûtî ya AKP'ê derketiye holê û wekî AKP', MHP û CHP jî ketine pêşbaziya nijatperestiyê.
DEKLARASYONA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK YA PIRSGIRÊKA KURD
'DIVÊ ÎMRALÎ WERE GIRTIN, OCALAN AZAD BIBE, OPERASYON RAWESTIN Û DESTÛRA BINGEHÎN BIGUHERE'
Yaşar, dûre jî pêşniyara 10 xalî ya 270'ê saziyan wiha bi rêz kir:
- Divê girtîgeha Îmraliyê ya bûye sembola tecrît û îzolasyonê û li dijî pîvana wekheviyê ya Destûra Bingehîn, were girtin, Nexşeya Rê ya Ocalan, were eşkerekirin û derfetên karibin ji çareseriyê re bibin alîkar, bên dayîn.
-Divê ji bo aştiya civakî ya mayinde û nirxên demokratîk, DTP neyê girtin, qanûna partiyên siyasî were guhertin û benda hilbijartinê were rakirin.
-Di cihê zimanê şer de, divê zimanê aştiyê were bikaranîn, operasyon rawestin û çek bêdeng bibin.
-Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinî, raman, axaftinê û baweriya olî werin rakirin. Destûreke Bingehîn ya demokratîk û pir-rengî were amadekirin. Nasnameya kurd bi destûra bingehîn were misogerkirin.
-Divê pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin, hemû astengiyên li pêşiya ziman û çanda kurd, bên rakirin, navên kurdî yên deveran paşde bên dayin.
-Qanûna Tevlîbûna Demokratîk were derxistin û bingeha herkes karibe bi ziman û nasnameya xwe siyasetê bike, were afirandin.
-Erk û qadên rêveberiyên herêmî û derfetên aboriya wan werin zêdekirin.
-Komîteya Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin, ji darbeya 12'ê îlonê heta niha, berpirsyarên kuştinên kiryar nediyar bên darizandin û ji civakê lêborîn were xwestin.
-Pergala cerdevaniyê ya veguheriya çerxa sûckirinê, were betalkirin, ji bo vegera gundan jî, bingeha aborî, civakî û hiqûqî were amadekirin.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment