Hewldana ji bo Aştî Huner, bi rasthatina Hefteya Mafê Mirovan, xwest li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê meşekê lidar bixe..
Lê ji ber astengiya polêsan, hunermend daxuyaniya çapemeniyê dan û banga xwedîderketina li aştiyê kirin...
Endamên Hewldana ji bo Aştî Huner, doh êvarê li Meydana Taksîmê kom bûn...
Girseyê dovîzên bi nivîsa "Êdî bes e em lihev werin", "Ji bo aştiyê hêviyek" û "Dest nedin DTP'ê", her weha wêneyên Ceylan Önkol, Aydın Erdem, Serap Eser û Uğur Kaymaz jî hilgirtin...
Dema hunermedan xwest bimeşin, rastî astengiyan polêsan hatin, ji ber vê çendê çalakî li Meydana Taksîmê hat lidarxistin...
Li ser navê hunermdan Îlkay Akkaya û Dilgeş Kirici daxuyanî xwendin û banga xwedîderketina li aştiyê kirin..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment