Saturday, December 12, 2009

‘Zirar dê nayên telafîkirin’

12/12/2009

Konseya Îştîşareyê ya Bilind a TUSÎAD’ê hişyariya xeternakiya pêvajoyê li siyasetmedaran kir. Mustafa Koç di axaftina xwe ya despêka civîna konseyê de axivî û anî ziman ku fikarên wan ên ji bo geşedanên siyasî hene. Koç got ku ji bo her cureyê zêrandinê bingeh ava bûye.
Koç di axaftina xwe de anî ziman ku di anketên wan ên di nava endamên TUSÎAD’ê de pêk anîn de nêrîna ‘siyasetmedarên me bi gotin û helwestên xwe di nava civakê de tehrîbateke mezin çêdikin û vê tehrîbatê nedîtî tevdigerin’ derketiye pêş.
Serokê Konseya Îştîşareyê ya Bilind a TUSÎAD’ê Mustafa Koç di axaftina xwe de diyar kir, ew bendewar nîn in ku krîza aborî a global bi hêsanî berteref bibe û wiha got: “Bi ser xwe ve hatina Amerîkayê dê hêdî û bi merhele pêk bê. Rewşa Yewnanîstan ketiyê xetereya belavbûna krîzê ya di nava herêma Euroyê de tîne rojevê. Li herêma Ewropayê mezinbûna aborî bi lezgînî pêk nayê.” Koç ji bo rewşa Japonyayê jî heman tişt got û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo me jî ji bo ku pirsgirêka betaliyê bê çareserkirin, mezinbûneke aborî ya lezgîn nayê pêşdîtin. Ev jî destnîşan dike ku bernameyê demkurt û demdirêj bêne çêkirin. Ligel ku sala 2009’ê bi zor û zehmetî bû, li gorî welatên din me bandora krîzî bi siviktir derbas kir. Vê jî bandar li ser sektora banqeyan kir.”

RÎSKÊN SIYASÎ ZÊDE DIBIN
Koç li nêrînên xwe yên der barê krîza siyasî de jî anîn ziman û wiha got: “Piraniya endamên TUSÎAD’ê difikirin ku rîskên siyasî zêde bûne. Anketên hatine çêkirin vê yekê destnîşan dikin. Dijberiya di nava siyasetê de pêk hatî car car bandorê li civakê jî dike û teyîsîna wê em dibînin. Em dibînin ku li ser bingehê nasnameyên çandî teyîsîna vê yekê di nava civakê de pêk tê. Û dibe sedemê pevçûnan. Siyasetmedarên me nabînin ku gotinên wan tehdîbateke çawa di nava civakê de pêk tîne.
Ji bo her cureyê zêrandinê bingeh çêbûye. Ji ber van geşedanan fikarên me cîdî ne. Û banga me ya ji bo îtidal û wijdanê heye. Dibe ku ev rewş me ber bi rewşeke pir xeternak ve bibe. Dema ev rewş û betalî bigihijin hev zirarên ku telafikirina wan ne mimkûn e dê pêk bên. Çiqas tundrawî di nava siyasetê de zêde dibe, ew qas demokrasî têk diçe. Avhewayê siyasetê yê ku civakî tîne hemberî hev, fikara me ew e ku di qada aborî de jî bibe sedemê bêwariyeke mezin. Ji ber zêdebûna rîskan fikanên me zêde bûne.” STENBOL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment