Saturday, December 12, 2009

'Bila dilê kesî neşewite’


12/12/2009

Bavê gerîlayê HPG'ê Halîs Burak (Amed Siyabend) ku di pevçûna li çiyayê Gabarê derketî de jiyana xwe ji dest da û bi boneya ewlehiyê cenazeyê wî nayê girtin, Mehmet Burak xwest ku êdî ev xwîna dirije bê rawestandin.
Di encama operasyona li çiyayê Gebarê tê meşandin de di 4'ê kanûnê de gerîlayê HPG'ê Halîs Burak (Amed Siyabend) jiyana xwe ji dest da. Ji bo Burak li gundê herêma Boro ya navçeya Farqînê konê sersaxiyê hate vekrin. Şaredara Bismilê Emîne Cemîloglu, Serokê DTP'a Farqînê Abdullah Eflatûn, endamên MEYA DER, TUAYDER, DİYA-DER, DTP û bi sedan welatî çûn serdana konê ser saxiyê. Girseya li daketina gund hate cem hev, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Burak hildan û li ber sirûdên kurdî û sloganên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" heta konê sersaxiyê meşiyan. Girsê li ber konê sersaxiyê deqeyek rêz girt û dia kirin.
Bavê Burak, Mehmet Burak diyar kir ku aştiyê dixwazin û wiha got: "Kurê min şehîd ket, kezeba min şeitî. Bila kezeba kesek din neşewite. Bila xwîn rawest e." Dayika Burak, Fatma Burak jî diyar kir ku li şûna hewildana aştiyê divê hewildana şer rawest e û xwest ku cenazeyê kurê wê bidinê. Nîşaniya Burak, Hafîze Burak wiha got: "Bila şehîdê min şehîdê dawî be. Em êdî mirinan naxwazin." Serokê DTP'a Farqînê Abdullah Eflatun jî sersaxî ji gelê kurd re xwest û diyar kir ku li hemberî hemû êrîş û zordariyan jî gelê kurd dê têkoşîna xwe bi serkeftî bide. AMED

Cenaze anîn nexweşxaneyê
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) û Yakup Dellayîmîlan (Harun Bêtirs) ên li çiyayê Cudî di pevçûnê de jiyana xwe dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê, xwîşka Metîn Guleç û apê wî Dervîş Guleç jî di nav de ji aliyê koma ku ji 40 kesan pêk hat ji herêma pevçûnê hate girtin û ew anîn gundê Dagkonakê. Ji vir jî bi wesayîta cenaze ya aydî Şaredariya Şirnexê ve anîn nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Guleç ji bo ku cenaze bigire serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da. Hate hînbûn ku piştî otopsiyê malbatê caneze bigire. Cenazeyê Guleç dê li navçeya Sîlopiyê bê definkirin.
Dozgeriya Şirnexê berê bi hinceta ku herêma pevçûnê ye destûr nedabû malbatê ku biçin cenaze bînin. ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment