12/12/2009 |
|
Fermandarê Qereqola Abaliyê Yuksel Şanliturk ku der barê qetilkirina Onkol de raporek amade kir, îdia kir ku gelê herêmê ji bo pere ji dewletê bistîne hemû mirinan wekî 'bûyerên terorê' îstîsmar dike. Şanliturk îdia kir ku di vê bûyerê de jî hatiye xwestin pere ji dewletê bê standin. Parêzerê malbata Onkol û Rêveberê ÎHD'ê Serdar Çelebî diyar kir ku rapora Şanliturk skandale û nêrîna leşkeriyê ya der barê gel de nîşan dide. Skandalên leşkeriyê yên têklidarî qetilkirina Ceylan Onkol bi dawî nabin. Fermandarê Qereqola Abaliyê Yuksel Şenliturk ku derbarê qetilkirina Onkul de raporek amade kir û îdîayên skandalî anîn ziman. Fermandar Yuksel Şanliturk ku ji ber ku "Destûr nedaye dozger biçe cihê bûyerê" hatibû rojevê niha jî bi îdiayên skandalî yên di raporê de hate rojevê. Di belgeya têkildarî qetilkirina Onkol de kete dosyaya lêpirsînê, cih, dem û cureya bûyerêt ê diyarkirin lê di beşa gumanbaran de kesek nayê nivîsandin. Belgeya beyanên Halîl Onkol û Abdulsemet Gencîoglu, wêneyên bûyer û rapora otopsiyê heyîn de bi tevahî şîrove hatine kirin. Lê di belgeyê de skandala mezin jî nêrîna dewletê ya li hemberî gekê kurd e. KURDAN DIKE TERORÎST Di beşa destpêkê ya fezleyekê de kurtasiya bûyerê, di beşa encam û kinaetê de jî ev tişt tên gotin: "Li gorî lêkolînê cihê bûyer lê çêbûyî ji hêla rêxistina cudakar re tê bikaranîn. Gundên herêmê ji kesên nêzîk û piştgiriyên terorê pêk tê. Di salên borî de li wan deran teqemenî hatine dîtin û îmha kirin." Di raporê de tê angaştin teqîn ne ji ber cismek ji hewa hatî ji ber cismek li erdê teqiyayî pêk hatiye." Di beşa encamê de jî ev îfadeyên gelê kurd sûcdar dike tên rêzkirin: "Gelê herêmê dixwaze hemû bûyerên wiha ji bo pere ji dewletê bistîne, wekî bûyerên terorê îstîsmar bike. Ji vê malbatê Azîze Onkol di nav PKK'ê de ye û ev yek balkêş e. Di nav gundiyan de hind kesan gotina 'Tiştek li erdê teqiyayî we çawa mezin kir ji bo pere' bikar aniye." Di raporê de hate îdîakirin ku ji ber leşker di dema operasyonan de dikevin cihê bûyerê dibe PKK'yiyan ev teqemenî danîbe. ’NÊRÎNA WAN A LI DIJÎ GEL E’ Parêzerê Onkol û Rêveberê ÎHD'a Amedê Serdar Çelebî diyar kir ku belge skandalek e û wiha axivî: "Di serî de heta niha skandalek berdewam dike. Her wiha ev belge nêrîna dewletê ya li hemberî gel jî nîşan dide. Di serî de neçûn cihê bûyerê û rastiya qetilkirinê danîn holê. Piştre jî skandalên li dû hev rêzkirin. Ji lêkolîn cihê bûyerê bigire heta rapora dawî ya leşker Yuksel Şanlitur teva nêrîna dewletê ya li hemberî gel nîşan dide. Gel wekî dijmin têdîtin. Gotinên qirêj jî bêexlaqî yên derbarê gel de hene. Em dawiya vê bûyerê bernadin. Wezîfeya leşkeran parastina hemwelatiyan ne. Lê wisa dixuye ku li şûna parastinê gel dijmin dibînin û li hemberî vê yekê xebatan dimeşînil. Em ê serlêdanên pêwist bikin." AMED / DÎHA |
Saturday, December 12, 2009
Hem dikujin hem sûcdar dikin!
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment