Saturday, December 5, 2009

Çareserî bêyî PKK û Ocalan pêk nayê


05/12/2009

Serbaz SIYAMEND - Ebdullah BÎLEN - HEWLÊR / DÎHA
Li hemberî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn ji Herêma Federal a Kurdistanê jî hatin. Nûnerê Komeleya Bedirxan Hemîd Ebubekir, der barê şert û mercên Ocalan de diyar kir ku bêyî PKK û Ocalan çareserî pêk nayê.
Têkildarê mercên Îmraliyê û reşwa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nûnerê Komeleya Bedirxan Hemîd Ebubekir diyar kir ku çareserî bê PKK û Ocalan pêk neyê û wiha got: “Gelê kurd jî wekî gelên din dixwaze azad bijîn. Li bakurê Kurdistan nêzîkî 25 milyon kurd hene. Hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze vê yekê bibîne. Li hemberî vê yekê dixwaze Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) tûne bike. Êdî xebata kurdan berdewame, dîplomasiya wan baş bûye. Tirkiye dixwaze pirsgirêka kurd bi riyên din çareser bike. lê ew bi xwe dizanin bê PKK û Ocalan mafê kurdan tu caran nayê dayîn.”
Ebubekir, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa Ocala û anî ziman ku Ocalan ji bo kurdan hesasiyetekî bingehîne û divê ev yek li ber çavan bê girtin. Ebubekir, destnîşyan kir ku Ocalan ji hêla kurdan ve tê hezkirin û rêzgirtin û wiha axivî. “Her çendî Ocalan ji hêla hemû kurdan ve tê heskirin û rêz ji wî re tê girtin, Hikûmeta AKP bi lîstokên xirab nêzî vê yekê dibe. AKP di bin navê başkirinê de rewşa Ocalan xiraptir dike. Ji ber vê yekê her ku diçin nerazîbûn bi avayekî asayî zêde dibin."
Nûnerê Komeleya Berdirxan û Rojnameya Bedirxan Hemîd Ebûbekir di berdewa axaftina xwe de bal kişand li ser zextên li dijî DTP’ê jî û wiha dom kir: “Divê gelê kurd li hemberî fêlbaziyên AKP’ê ku hukumet û piraniya desgehên dewletê bidestxistî, şiyar be. Armanca wê tenê komkirina dengan e.” Her wiha Ebûbekir diyar kir ku Ahmet Turk mirovekî aşitîxwaze, êdî naxwaze xwîn birije û ev daxwaza hemû kurdan e. Ebubekir di dawiyê de got ku divê Tirkiye hesasyet û daxwazên kuran li ber çavan bigre.

No comments:

Post a Comment