05/12/2009 |
|
98 Şaredarên DTP'ê û Serokên Meclîsa Giştî ya Bajar ên 10 bajaran ên DTP'î têkildarî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber DTP'a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Şaredarên DTP'ê û Serokên Meclîsa Bajêr a Giştî, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, daxuyanî xwend. Baydemîr, diyar kir ku di demeke hesas û xeter re derbas dibin û li gelek bajaran nerehetiyek pir mezin heye. Baydemîr, anî ziman ku nerehetiya li gelek bajaran her ku diçe mezin dibe. 'Bi nirxên gel dilîzin' Baydemîr, destnîşan kir ku ji ber şik û gumanên wan ji pêvajoyê û pêşerojê hene, ew şaredarên DTP'ê û Serokên Meclîsa Bajaran ên DTP'ê ji ber li hev kom bûne û ji ber wijdanê wan ê siyasî û exlaqî vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî û demokratîk bi cih tînin. Baydemîr xwest pirsgirêka kurd bi cesaret û biryareke xurt bê çareserkirin û wiha got: "Divê bêyî dem derbas bikin û bi xapînin bi awayekî durist û lezgînî pirsgirêka kurd çareser bikin. Divê bi awayekî aştiyane û demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Di polîtîkayên xapandinê de israrkirin pêlîstina nirxên gelan e. Polîtîkayên tasfiyekirinê jî kaosê kûrtir dike. Divê bi nirxên gelan nelîzin û rê li pêşiya çareseriyê vekin. 'Hiqûqê binpê dikin' Baydemîr, da zanîn ku divê siyasetmedar û hemû kes hîn bihestiyartir tevbigerin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Baydemîr, bal kişand ser hesasiyeta gelê kurd û wiha got: "Gelê kurd di nava hesasiyetan de ye û divê hikûmet û derdorên din jî di nav hesasiyetan de bin. Di mijarên hesas de ya herî girîng birêz Ocalan û şertên wî yên ev 11 sal in li Îmraliyê di bin îşkenceyê de ne. Em dibînin ku hiqûqa navneteweyî û neteweyî, Peymanên Mafên Mirovan û hesasiyetên civakê tên binpêkirin. Di bin pergala Îmraliyê tecrit û îzolasyonê de gel sor dikin." Baydemîr, anî ziman ku di dema hikûmeta AKP'ê de polîtîkayên li Îmraliyê tên bikaranîn bûne tîrê gef û zêrandinê. Baydemîr, destnîşan kir ku ev pêkutî di nav gel de guman û şikan zêde dike. Baydemîr, bilêv kir ku kesên berpirsiyar ên bi zorî por qusandî û şîdeta fizîkî pêk anîn hêj nehatine safîkirin dernexistine ber dadê. Baydemîr da zanîn ku guhartinên hatine kirin ji bo ku raya giştî ya navneteweyî wekî gaveke baş nîşan daye lê şertên li Îmraliyê hêj girantir kirine û wiha domand: "Bi vê yekê civak û raya giştî ya demokratîk xapandine. Pêkutiyên li dijî mirovahiyê 11 sal in li Îmraliyê didomin. Bi şert û mercên nû tecrîd û îzolasyon hêj girantir kirine û mafên jiyanê ji holê rakirine. Baydemîr, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Ocalan, jiyana wî û ewlehiya wî bandorek giring e li pêvajoya Tirkiyeyê dike, xwest ev rastî û bandora Ocalan bi awayekî rast bê dîtin û li gorî vê yekê nêzîkatiyek bê nîşandin. Baydemîr, bal kişand ser gengeşiyên civakî û anî ziman ku ji bo gengaşî zêdetir nebin û welat dîsa venegere nava pêvajoyek xirab, lazim e gel hesas nêzîk bibe û wiha got: "Lazim e pergala li Îmraliyê tê meşandin, bilez bi dawî bê kirin. Lazim e Îmrali wekî deriyê herî bi bandor ê diyalogê bê nirxandin. Ger çareseriyek rastîn tê xwestin, lazim e reweşek baş a ku Ocalan bikaribe alîkariyê bide pêvajoyê bê afirandin. Navê pirsgirêkê, pirsgirêka kurd e. Sedema pirsgirêkê redkirina nasnameyê ye. Çareserî, qebûlkirina nasnameyê ya di makeqanûnê de ye û pênaseyên mafên kurdan ên siyasî û çandî ne. Muxatabgirtina vînê û çêkirina diyalogê ye. Tifaqên bi dewletên din re çareseriyê naynin. Kurd di hewldanên aştiyê de bi biryar in û samîmî ne. Heman bibiryarîbûn û samîmiyet û gavên li gorî vê yekê ji hikûmetê û saziyên dewletê jî tên xwestin." 'Henekên xwe bi kê dikin' Baydemîr, daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ku pergala Îmraliyê baş nîşan da jî wiha nirxand: "Ger Wezîrê Dadê rewşê baş dibîne, bila Serokwezîr Erdogan, Baykal û Bahçelî, ne 11 salan, tenê bila 11 rojan li wir bimînin. Ka em binêrin bê baş e? Goşê başkirinê dikin. Ji 12 metrekareyan daxistin 6 metrekareyan. Ji bo xwedê hûn henekê xwe bi kê dikin." Baydemîr, pirsên têkildarî xitimîna an nexitimîna pêvajoyê jî wiha bersivand: "Bi rastî pêvajoya demokratîkbûyînê hate destpêkirin? Nexwe vebû an me nedît." AMED (DÎHA) |
Saturday, December 5, 2009
‘Ji hesasiyetan re rêzdar bin’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment