05/12/2009 |
|
DTP’ê li hemberî îhtimala girtina DTP’ê biryara terkkirina meclisê da û diyar kir ku ger ku DTP bê girtin pirsgirêkên heyî dê kûrtir bibin û ew ê meclisê terk bikin û vegerin nava gel. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk diyar kir ku dema ku partiya wan bê girtin tu wateya wan ya li meclîsê namîne û dê ji siyasetê xwe paşve bikişînin. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna jî têkildarî girtinê got: “ew tê wateya ku ji me re dibêjin di nava siyaseta demokratîk de cihê we tuneye.” Aynayê, destnîşan kir ku heke partiya wan bê girtin tê wateya hemû kanalên siyaseta demokratîk digirin û wiha got: “Dewlet bi destnedanê an jî girtina partiyê kanalên siyasetê bigire, em ê di çi de israr bikin.”DTP têkildarî doza der heqê girtina partiya wan de û doza Dadgeha Makezagonê ya dê di 8'ê kanûnê de bê dîtin bi awayekî awarte kom bû. © Azadiya Welat |
Saturday, December 5, 2009
‘Wateya mayina li meclisê namîne’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment