Saturday, December 5, 2009

JI WEZARETÊ DEREWA MEZIN


05/12/2009

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek wêneyên ku Wezareta Dadê bi armanca xweşnîşandana şert û mercên girtîgeha Îmraliyê li çapemeniyê belav kirin ji bo me nirxandin.







‘Hucreya Ocalan ev nîn e’
Wêne 1-2: Parêzer Cengîz Çîçek li ser van du wêneyan wekî hucreya Ocalan hatiye nîşandan, ev nirxandin kir: ‘Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ev 2 wêne hucreya ku muwekîlê me tê de tê hiştin nîşan didin. Ev ne rast e. Li gorî agahiyên ku muwekîlê me bi me re parve kirine, pencereya ku bi deriyê vedibe hewşa berhewayê di hucreya wî de nîn e. Pencereya hucreya ku muwekîlê me tê de tê hiştin ji 3’yî 1’î vê pencereyê ye û li jorê derî ye. Tiştekî din jî heye. Di wêneyan de deriyê ku vedibe hewşa berhewayê vekiriye. Lê rastî ne wisa ye. Berî nîvro nîv saet, piştî nîvro nîv saet, bi giştî rojê saetekê ji bo ku muwekîlê me derbikeve hewşê tê vekirin. Wekî din tim girtî tê hiştin.






Vî wêneyî wezîr derewand
Wêne 3: Parêzer Çîçek anî ziman ku ev wêneyê kabîna hevdîtina bi parêzeran re ye. Çîçek wiha got: “Ev wêne bi tenê nîşan dide ku standartên ji bo Tîpa F derbasdar nîn in. Muwekîlê me ji deriyê ku pelên gulê li qeraxê dixuyê dikeve kabîneya hevdîtina bi me re. Em jî ji aliyê din ve li cihê ku bitenê serê kursiyê lê dixuyê rûdinin. Di navbera me de 5-6 metre mesafe heye û li pişt caman em bi hev re diaxivin. Dualî pencere hene û dema em dikevin hevdîtine derî nîvvekirî tên hiştin û gardiyan bi dengdanê hevdîtina me tacîz dikin. Di wêneyê de naxuyên, li hemberî vê kabînê hin kabînên din ên nîvqasê vê mezin hene. Ev kabîna ku tê dîtin bi taybetî ji bo muwekîlê me hatiye çêkirin. Ev jî derewa wezaretê nîşan dide.









11 sal in jê îstîfade nekiriye
Wêne 4-5: Parêzer Çîçek ji bo van wêneyan jî wiha got: Di wêneyekî de maseya tenîsê dixuyê. Lê muwekîlê me ev 11 sal in li Îmraliyê tê girtin û rojekê bi tenê jî ji vê salonê îstîfade nekiriye. Her wiha odeya hobiyê dixuyê. Ji bo vê odê jî heman tişt pêkan e. Li gorî Qanûna 5275 xala 25 benda H hatiye destnîşankirin ku jêîstîfadekirina ji van derfetan li gorî rêziknameya navxweyê ya saziyê pêkan e. Ligel ku em parêzerên wî ne, çiqas me daxwaz kiribe jî heta niha rêziknameya Girtîgeha Îmraliyê ji me re nehatiye dayîn. Her wiha girtiyên neqilkirine Îmraliyê jî heta niha bi muwekîlê me re nehatine cem hev. Gotina muwekîlê me ya ‘mirinê nîşanî min didin, dixwazim bi tayê razî bibim’ vê rewşê tam vedibêje.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment