05/12/2009 |
|
Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gelê kurd ku bi mebesta girankirina tecrîd li hemberî Ocalan şermezar dike; wekî ‘terorîst’ îlan kir û wiha got: “Hêzên me yên ewlehiyê û dozgerên me li her derê çi pêwîst be dê bikin.” Erdogan di merasîma vekirina Navenda YE’yê de axivî û îdia kir ku pêvajoyê hikûmetê daye destpêkirin tê sabotekirin. Erdogan bêyî ku nav bide bersiv da Hevserokên DTP’ê Ahmet Turk û Emîne Aynayê ku gotibûn ‘Ocalan ji bo gelê kurd kesayetiyeke girîng e, bêyî wî çareserî nabe’. Erdogan gelê kurd ku ji bo rêberê xwe rabuye ser piyan wekî ‘terorîst’ DTP jî wekî hezêke ‘provokator’ nîşan da. Erdogan wiha got: “Niha li hin deverên welat komên ‘terorîst’ bûyeran derdixin. Hincet çi ye? Odeya Ocalan biçûk e. Duh Wezareta Edaletê wêne belav kirin. Ligel vê yekê dîsa jî hin hêzên siyasî ku dixwazin ji van deran rantê dixun, dixwazin rewşê bi lehê xwe de veguherînin.”
Erdogan di dewama gotinên xwe de raste rast gel wekî hedef nîşan da û wiha got: “Hêzên ewlehiyê yên vî welatî, dozgerên me li kû çi pêwîst be dê bikin.” Erdogan gef jî îhmal nekirin û got: “Di vê pêvajoyê reş û spî dê derbikevin holê.” Erdogan di 29’ê adara 2006’ê de jî gotinên bi vê rêzê lêvkiribûn û tê zanîn ku piştî van gotinan, hêzên dewleta tirk li bakurê Kurdistanê teroreke bêsînor meşandibû û bi dehan zarok hatin qetilkirin. Gotinên Dawî yên Erdogan wekî talîmata şer a ji bo hêzên dewletê hatin fêmkirin. Her wiha di nava hefteyê de Serokomarê Dewleta Tirk Abdullah Gul û Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay ku di heman demê de koordînatorê ‘Berlêvekirina Çareseriya Pirsgirêka Kurd e’ jî peyamên şer dabûn. STENBOL © Azadiya Welat |
Saturday, December 5, 2009
Erdogan talîmata şer da
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment