05/12/2009 |
|
DTP'a Şirnexê, bi armanca şermezar kirina şert û mercên girtîgehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwest li navçeya Cizîrê meşekê pêk bîne. Ligel şardarên herêmê nêzî 2 hezar kes li ber Ocaxa Tendûristiyê ya Taxa Cudiyê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Polîsan ku li navçeyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin, dor li navçeyê girtin. Gelekî welatiyên ku ji Şirnexê xwestin beşdarî meşê bibin ji aliyê qereqolên cendirmeyan ve hatin sekinandin û astengkirin.Welatiyên ku xwestin ji taxên navenda navçeyê beşdarî cihê meşê bibin jî, derketina wan a ji taxan hate astengkirin. Her wiha komek qelebalix a li ber Ocaxa Tendûristiyê hatin cem hev, xwestin ber bi avahiya DTP'ê ve bimeşin. Komê ku dirûşmên dilsoya bi Ocalan re tîne ziman qêriyan, dema gihîşt Kolana Îdîlê, rastî mudexaleya polîsan hatin. Yekîneyên polîsan, bêyî ku hişyariyê bikin bi bombeyên gazê û ava şid ve mudaxeleyî gel kir. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de Cizîr vegeriya qada şer. Li Rihayê jî mudaxele DTP'a Rihayê bi armanca şemrezarkirina şert û mercên Ocalan ên li Girîtgeha Îmraliyê mitîngek li dar xist. Girseya piştî mîtîngê dest bi meşê kirî rastî mudaxileya polîsan hat. Mudaxeleya li Duryana Îpekyoluyê ya Şehîtlîkê pêk hatî li taxên Baglarbaşi û Suleymaniyeyê domkir. Di encama mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Bazîdê 37 kes hatin binçavkirin Kesek bi giranî birîndar e Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Maxmûrê hatin, li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi 15 hezar kesî re hatin cem hev. Di mitîngê de hate diyar kirin ku lazime Hikûmeta AKP aqlê xwe bide serê xwe û ancax pirsgirêka kurd bi muxatabiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan çareser bibe. Piştî mitîngê polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir. Li navçeya Geverê piştî mitînga ji bo Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê hat lidarxistin girseyê dest bi meşê kir. Girse, piştî meşê rastî mudaxaleya polîsan hat û pêvçûn derketin. Piştî pevçûnê alozî û bûyer li tavhiya navçeyê belavbûn. Piştî li tevahiya navçeyê çalakî belavbûn, pişt polîsan leşkeran jî mudaxileyê li çalakiya kir. Di encama bûyeran de welatiyê binavê Nizam Kirkagaç bombeya gazê ya ji serê wî ketî bi gîranî birîndar bû. Nizam Kirkagaç yê bi giranî birîndar bû rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Sêrt bû OHAL... Bi sedan jin li taxa Seyrantepeyê ya Sêrtê civiyan û girankirina tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Ciwanên ku li taxên Sêrtê yên Dumlupinar, Ulus, Çal, İnonu, Evren, Afet Evleri û Conbayirê civiyan û bi armanca şermezarkirina girankirina tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, meş li dar xistin. © Azadiya Welat |
Saturday, December 5, 2009
Li her derê çalakî, li her derê pevçûn
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment