Saturday, December 5, 2009

Ji bo Ocalan li Amed, Êlih, Semsûr û Îzmîrê çalakî


05/12/2009

DTP'a Êlihê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê DTP'a Ahmet Sormaz, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, parlamenterên DTP'ê Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Şaredarê Hezoyê M. Raşît Haşîmî, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, Şaredarê Bekîrhanê Selahattîn Bulak û hilbijartiyên DTP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina DTP'ê Ahmet Sormaz daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ev 11 sale tecrîd li ser Ocalan tê meşandin û ev yek di demên dawî de zêde kirine.

Sormaz diyar kir ku di bin navê hewildana demokratîk de tê xwestin ku gelê kurd bê xapandin û wiha got: "Lê gelê kurd bi nerazîbûna xwe helwesta xwe daniye holê. Em ê sibê nerazîbûna xwe bînin ziman û em bang li gelê me dikin ku teva başdarî vê meşê bibin." Parlamenter Yildiz jî diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a azadiyê di encama bedelên mezin de hatiye astek tu caran paşve nakeve.

Li Çinarê gel meşiyan

Bi sedan kesên li Navçeya Çinara Amedê hatin cem hev bi meşekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Girseya li ber avahiya DTP'ê civiya ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Girseya pankartên, "Bi Ocalan re aştî bêyî Ocalan felaket e" û "Dest nedin temînata biratiya tirk û kurdan" vekirin û sloganên, "Îradeya me nakeve nav 6 metrekareyan", "Bijî Serok Apo'', "Jiyan bi aşitiyê, aşitî bi Ocalan re dibe" avêtin.

Komeleya Hevgirî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Îzmîrê (TAYD DER) bi heman armancê bi beşdariya Seroka Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê Mukaddes Kubilay, endamên MEYA DER'ê û Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civîna li avahiya DTP'ê hate dayîn de hate xwestin ku şert û mercên Ocalan di zûtirîn demê de bên sererastkirin.

Li Semsûrî meş...

DTP'a Semsûrê, bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber avahiya DTP'ê heta Parka Demokrasiyê meşek pêk anî. Di meşê de pankarta "Dest nede nasname û îradeya min a azad" hat vekirin û diruşimên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Nêzîkatiya ji Ocalan re egera me ya şer û aştiyê ye" û "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin" hatin berzkirin. Piştî meşê Serokê DTP'ê yê Semsûrê Mehmet Doymaz daxuyaniyê xwend. Mehmet Doymaz diyar kir ku wan ji dewlet û hikûmetê nêzîkatiyeke çareseriyê hêvî dikir lê dewletê polîtîkayên xapandin û bêcidiyetê nîşan daye. AMED / ÊLIH / ÎZMÎR / SEMSÛR / DÎHA

No comments:

Post a Comment