Saturday, December 5, 2009

Kurdên Ewpoyê jî ser piyan in


05/12/2009

Sedan ciwanên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Zurîhê kolana Bahnhofê îşgal kirin û kolan ji trafîkê re hat girtin. Li Stockholmê sedan kurdan li pêşiya avahiya Balyozxaneya Tirt hatin cem hev û kirinên li hember Ocalan şermezar kirin. Wekî gelek bajarên Ewropayê li Den Haagê jî ciwanên kurd ji bo tecrîd û kirinên li ser Ocalan tên meşandin şermezar bikin çalakî lidarxistin. Li Londonê kurdan li pêşiya parlamentoyê çadir wegirtin û li Bordeauxê jî ji bo balê bikiînin ser rewşa Ocalan greva birçibûnê hat dest pê kirin. BRUKSEL


© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment