Saturday, December 5, 2009

Kurd tasfiyeyê qebûl nakin


05/12/2009

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de got: Kurd rûmeta xwe teslîm nakin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û got ku, şertên girankirî yên sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê dewam dikin. Ocalan di hevdîtina hefteya derbasbûyî de sewqkirina wî ya li Girtîgeha Tîpa F, wekî darbeya 17'ê mijdarê bi nav kiribû. Ocalan cara yekemîn bi awayekî berfireh behsa tenduristiya xwe kiribû û hucreya 6 metrekareyî jî wekî 'çala mirinê' nirxandibû.
Di hevdîtina vê hefteyê de jî diyar bû ku, digel hemû hewldanan, di şertên li Îmraliyê de tu tişt neguheriye.
Ocalan şertên lê dijî wiha anîn ziman: “Wekî di bin bîrekê de me. Ji sedî 25'ê hewaya paqij digirim. Li vir xew nîn e. Nikarim razêm. Çavên xwe digirim û vedikim. Dema dengek tê û derî vedibe jî, hişyar dibim. Di van şertan de, rewşa min ya tenduristiyê jî û psîkolojîk jî destûr nade tiştên zêde bikim.”
Ocalan bi bîr xist ku cihê wî yê berê ji yê niha baştir bû û wiha got: "Li odeyê wekî berê hê 3 pirtûk, kovarek û rojnameyek dihêlin. Ji bo tenduristiya xwe divê karibim hewaya paqij bigirim. Dema radizêm nikarim hewa bigirim. Qirika min ziwa dibe. Hema hema qet ranazêm. Dîwarên hewşê pir bilind in. Li vir nikarim hewaya paqij bigirim. Hewa di jor re derbas dibe. Li vir wekî di bin bîrekê de bim.”
Ocalan hefteya derbasbûyî jî gotibû ku, ji ber nikare baş hewayê bigire, ew hîs dike ku hucreyên mêjiyê wî hêdî hêdî dimirin. Ocalan anîbû ziman ku, ev yek jî bandor li hemû fonksiyonên bedena wî dikin û wekî nîvmirî dijî.

‘Bi tasfiyekirinê pêvajo nadome’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan got, di van şert û mercan de ku bi zor bêhnê dide û distîne, divê ji wî hêviya tiştekî zêde neyê kirin û wiha bang li Erdogan û Gul kir: "Ez bang li Erdogan û li Gul jî dikim. Ev 7 sal in em li benda wan in. Lê ji niha û şûn ve em nikarin li benda wan bin. Nikarin bi van planên tesfiyekirinê jî vê pêvajoyê dewam bikin. Eger wisa bikin, aqûbeta wan jî wê bibe weke ya Erbekan û Ozal, ew ê werin tesfiyekirin. Ez tesfiyekirina Ozal di vê çarçoveyê de dinirxînim, hinekî nêzî çareseriyê û serxwebûnê sekinî, ew tesfiye kirin. Erbekan jî hinekî demokratê îslama nerm bû, wî jî hewl da hin tiştan bike, ew jî ji desthilatdariyê anîn xwarê. Çîller anîn. Tê zanîn, Çîller sîxura CIA'yê bû. Piştre tiştên xeternak qewimîn. Dibêjin 17 hezar kuştinên kiryarên wan nediyar qewimîn. Ecevît jî dixwest tiştinan bike, Bahçelî jî ew asteng kir. Xwe da paş û hikûmet ji desthilatdariyê xist. Paşê jî, pirsgirêkên Ecevît jî ne welê weke tê gotin bûn. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê çêkirin. Eger AKP hewl bide vê pêvajoyê ber bi tesfiyekirinê ve bibe, beriya biharê di nava du, sê mehan de ew ê bi xwe tesfiye bibe û biçe. Ez ji kurdan re jî dibêjim; divê vê pêvajoya tesfiyekirinê baş fêm bikin û ciddî nêzîk bibin."

‘Rewşa hikûmetê dişibe Sedam’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan, hikûmeta AKP'ê ya hesabê tesfiyeyê dike û CHP û MHP'ê ku di siyaseta bêçaresiyê de bûne hevpar, rexne kirin. Ocalan siyaseta li ser navê AKP'ê tê meşandin wiha anî ziman: “Hikûmet dibêje, ez çi bidim we, pê razî bin. Ez ê bi xwe, bêîradeya xwe, bi awayekî yekalî çareser bikim. A rast, ev ne siyaseta hikûmetê, ev siyaseta îngilîzan e. Jixwe hêza hikûmetê jî nîn e bi serê xwe van bi cih bîne. Li rewşa min ya li vir binêrin. Ev girtîgeh, CPT û Ewropa, yanî Îngilîstan û Amerîkayê xwest. Tirkiye jî dê pêwistiyên wê bi cih bîne. Niha jî Tirkiye dibêje qey ew bi hêz e û her kes piştgirî dide wê!. Îran, Iraq, Bakurê wê û Sûriye jî piştgirî didin. Ez jî dibêjim, bawerî Sûriye, Îranê, Iraqê û rêveberiya li bakurê wê nekin. Berjewendiyên Amerîka û Îngilistanê hene. A rast rewşa niha ya hikûmetê dişibe rewşa Sedam”.

'Jenosîdê hêjayî kurdan dibînin’
Ocalan bal kişand ser dîroka siyaseta tirk û Îttîhatî Terrakî û anî ziman ku AKP, CHP û MHP jî, encamên kevneşopiya heman siyasetê ne. Ocalan bi bîr xist ku xwediyê gotina 'Nasnameya Jorîn', Îttîhat Terrakiye û got: 'Ez ji bo MHP'ê dibêjim, Partiya Tirk a Siyonîst ya Anatoliyê. CHP dewama Îttîhat Terrakî ye. Lê belê, MHP jî, partiyeke ku, ji aliyê Îttîhat Terrakî ve hatiye avakirin e.'
Ocalan gotinên xwe yên di vê mijarê de wiha dewam kir: “Ji vê aliyê, CHP jî û MHP jî dewama van polîtîkayan e. Tu eleqeya van, bi tirkîtî, demokratiya tirk, welatparêziya tirk û nijatperestiya tirk re nîn e. Ew hewl didin hikûmet û dewletê li gorî berjewendiyên xwe teslîm bigirin. Ew dixwazin kurd û tirkan bînin hemberî hev. Ev ji bilî asîmîlasyon û jenosîdê, tiştekî din hêjayî kurdan nabînin.”

‘Dişibin partiyên Israîlê’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ji bilî CHP û MHP'ê kurd dikarin bi derdorên din re biaxivin û li hev bikin û AKP, CHP û MHP jî şibandin wekî partiyên li Israîlê û wiha dewam kir: “Ez, MHP'ê dişibînim Lîkûda li Israîlê. CHP’ê dişibînim Partiya Karker a Israîlê. AKP'ê jî dişibînim Qadîmayê. AKP beriya Qadîma hate avakirin. Wekî min berê jî gotibû, tiştên wiha berê li Tirkiyeyê tên ceribandin. CHP nêzî siyaseta îngîlîzan e. Siyaseta wan dimeşîne. Nijatperestiya MHP'ê jî, wekî siyonîzma Israîlê ye. Wateya nijatperestiya her duyan jî, siyonîstî ye. Wekî şexs Bahçelî û Baykal ew qas ne girîng in. Ya girîng siyaseta ku ew temsîl dikin û rolên wan in.
MHP û CHP ne nijatperestên tirk in, di rastiyê de ew siyonîst in, siyonîzma tirk êrîşkar û faşîst e”.

'Kurd plana tasfiyeyê qebûl nakin’
Ocalan ji bo hewldana siyaseta kurdan fêrî plana tesfiyeyê bikin jî wiha got: “Erdogan, ji Baykal re dibêje; em ê bi rengekî hêdî hêdî daqurtandin vê pêvajoyê bimeşînin. Baykal jî di bersiva dide Erdogan de dibêje, “hûn dixwazin me fêrî vê yekê bikin’ û mînakeke beqê da. Ez jî dixwazim bi riya wê mînaka beqê rawe bikim ka çawa nêzî kurdan dibin; dema hûn beqekê bavêjin binê beroşekê dê li wir avjeniya xwe bidomîne. Dema hêdî hêdî av germ dibe jî avjeniya xwe didomîne û fêrî vê yekê dibê. Dema av hîn bêhtir were germkirin êdî mikare xwe ji beroşê biavêje, ji ber ku hêza xweavêtinê di xwe de nabîne. Di encamê de çi dibe, bi kelîna avê re ew jî dikele. Rewşa kurdan jî dişibe vê yekê. Dixwazin kurdan fêrî tasfiyeyekê bikin. Bêguman kurd vê yekê qebûl nakin, mirov ne mîna beqê ye.”
Ocalan wekî din got: 'Kurd dê nebin wekî ermeniyan û rûman. Hûn ê nikaribin wan ji vê axê derxin. Kurd dê li ser axa xwe bimînin û dev ji rûmet û azadiyên xwe bernedin.”
STENBOL (ANF)

‘Li gotinên xwe xwedî derdikevim’
RÊBERÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gotinên xwe yên bûne sedema cezalêbirînê, wiha got: “Ya rastî min nexşeya rê ji bo rêvekirina li çareseriyê amade kiribû. Min di nexşerê de gotibû, eger Parlamento necive û der barê kurdan de biryarê nede û nekeve nava meseleyê, ev pirsgirêk dê çareser nebe. Eger parlamento tevlî vê meseleyê nebe dê çi bike, çawa çareser bike? Ez van gotinên xwe dubare dikim û xwedî li wan derdikevim.”

Divê bi cidiyet nêzîk bibin
Ocalan her wiha anî ziman ku divê hatina Tirkiyeyê ya komên aştiyê weke jidilî û cidiyeta aliyê kurd bê qebûlkirin.

‘Hewceyî bi komên nû nîn e’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan bersiv da Wezîrê Karê Hundir Başîr Atalayê ku timî behsa komên aştiyê yên nû û Mexmûrê dike: “Niha Atalay behsa komên nû yên aştiyê dike. Na, piştî vê saetê êdî hewcedarî bi komên nû nîn e. Wezîrê Karê Hundir dibêje; ‘Em ê li Xabûrê gundekî ava bikin, yên bên wê li wir bimînin, ji wir jî wê biçe mala xwe!’ Yek kes jî nayê wir. Em ji bo bawerî û jidilbûna xwe ya bi aştî û jiyana bi hev re, bi azadî û çareseriya demokratîk nîşan bidin, me bang li komên aştiyê kir. Me ev jidilbûn û samimiyet nîşan da. Ez bawer nakim ku piştî vê, komên nû yên aştiyê bên. Ez yeqîn nakim ku ji gel û Mexmûrê jî kesên bi vî rengî bên hebin. Hesasiyetên wan jî hene. Demên berê jî komên aştiyê ji bo jidilbûn û cidiyeta kurdan nîşan bidin hatibûn Tirkiyeyê. Ez bawer dikim ku ev têra xwe hat dîtin. Ez dibêjim; di warê çareseriyê de ji bo paşeroja Tirkiyeyê em ji jiyana bi hev re û biratiyê re hene, lê ev jî bi qebûlkirina hebûna kurdan û parastina rûmeta wan mimkûn dibe. Ez vê jî hem ji dewletê, hem ji PKK’ê, hem ji DTP’ê û hem jî ji tevahiya kurdan re dibêjim.”

‘Kurd ji bo rûmeta xwe dijîn’
Ocalan bi bîr xist ku wî nexşerê bi armanca siyaseta xetimiye rê lê veke amade kiriye û wiha got: “Piştî vê qonaxê kurd hebûn û rûmeta xwe radestî kesî nakin. Ez bibêjim jî radest nakin. Ji niha û pê ve dê ji bo hebûn û rûmeta xwe bijîn. Min di nexşerê ya xwe de gotibû; ya hûn dikin qirkirin e; qirkirina çandî, qirkirina siyasî, qirkirina civakî, qirkirina aborî ye. Eger hûn hebûna kurdan nas nekin, ji azadiya wan re bi hurmet nebin, hûn ê çawa bi kurdan li hev bên?”

20 roj cezayê hucreyê dan
Rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî xirab e, bi ser de jî cezayê hucreyê yê 20 rojan lê hat birîn. Ocalan got, bahaneya vî cezayî jî hevokeke di axaftineke wî de ye. Der barê mijarê de Ocalan wiha peyivî: “Ji nû ve cezayê hucreyê yê 20 rojan li min birîn. Vî cezayî disipêrin axaftineke min. Tevahiya axaftinê negirtine. Ez tesbîtekê dikim, ew ji nava vê tesbîtê bi tenê hevokekê dineqînin û dibêjin te talîmat daye. Min gotibû ‘Eger parlaman çareseriyê bi pêş mexe, di biharê de şerekî mezin dê biqewime. Kurd wê xwe biparêzin’. Va ye hûn dibînin, tiştên diqewimin li holê ne. Zivistan û bihara vê meseleyê nîn e. Ya ez dibêjim rast jî nanirxînin. Ev hevok kêm e. Ez baş dizanim min çi gotibû.’ Ocalan da zanîn ku ew li ber biryarê rabûye û serî li Dadgeriya Girtîgeh û Ceza daye û gotiye, wê ferman nedaye, tesbît kiriye.

‘Kurd ji bo xwe şer dikin’
Ocalan anî ziman ku ne di rewşekê de ye ku fermanê bide mirovan û wiha dewam kir: “Li vir ez ne di rewşekê de me ku fermanê bidim mirovan. Jixwe kurd ji bo xwe şer dikin. Eger di salên 2000’î de bûya, min dikarî bêjim, ji bo min şer dikin. Lê di sala 2010’an de ji bo xwe şer dikin. PKK jî eger şer bike dê ji bo xwe şer bike. Kurd bo hebûn û azadiya xwe şer dikin. Loma ez ne dikarim ji wan re bêjim bikin, ne jî nekin. Ew ê biryarê bidin ka ew ê çi bikin û çi nekin. Divê nepên ku ez li vir bi awayekî pratîk rêberiyê bikim.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment