Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Maxmûrê hatin, li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi 15 hezar kesî re hatin cem hev. Di mitîngê de hate diyar kirin ku lazime Hikûmeta AKP aqlê xwe bide serê xwe û ancax pirsgirêka kurd bi muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bibe. Piştî mitîngê polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir.
Li Geverê bi sedema hatina Komên Çaseseriya Demokratîk û Aştiyê yên bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê, li qada piştî Girtîgeha Berê mitîngek hate lidarxistin. Zêdeyî 15 hezar kesî beşdarî mitîngê bûn. Di mîtingê de jin û zilaman cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin. Di mitîngê de pankartên "Gelê Geverê qasidên aştiyê û Rêber Apo silav dike", "Qasidên aştiyê hûn bi xêr hatin", "Em nexşerêya Serok Apo silav dikin", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Konfederalîzma Demokratîk hatin vekirin. Her wiha di mitîngê sloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji Îmraliyê re hezar slav", "Tolhildan" hatin avêtin. Li vir girseyê deqeyekê rêz girt û Sirûda Ey Raqîp xwendin. Piştî axiftina vekirinê ya ji aliyê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Geverê Nazîf Ataman, endamên komên aştiyê Elîf Uludag, Huseyîn Îpek, Îsmaîl Ayaz, Bulent Aka, Zehra Tunç, Fatma Îzel, Seyît Şedal, Menekşe Soydan, Mîkaîl Soydan gel slav kir. Girseyê jî ew bi coş pêşwazî kir.
'Ji kurdan re hatine cenazeyan rewa dibinin'
Endama Koma Aştiyê Elîf Uludag, diyar kir ku gelek kêfxweşin ku bi gel re hatine cem hev û wiha got: "Gelê kurd ev bi salane têkoşîna azadiyê dide. Heta azadiyê jî ev têkoşîn wê bi domê." Uludag, da zanîn ku lazime Hikûmeta AKP'ê êdî aqilê xwe bide serê xwe û xwest ku hesasiyetên gel li ber çavan bê girtin. Uludag, anî ziman ku hikûmet ji kurdan re hatina cenazeyan rewa dibînê û destnîşan kir ku çareserî bi muxataban mimkûne. Ji endamên komê Bulent Aka, piştî Uludagê mafê axiftnê girt. Aka, derbirî ku îro rojek gelek dîrokiyê û da zanîn ku ji 7 heta 70'yê her kes aştiyê diqîre. Aka wiha got: "Em ji bo radestiyê nehatin. Em li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine. Bila ev yek baş bê zanîn."
Polîsan mudaxale kir
Piştî mitîngê girse berbi Konaga Hikûmetê re meşiya. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi tazîk mudaxale li meşê kir. Di çalakiyê de kesek bi giranî birîndar bû. Bûyerên ji ber mudaxaleya polîsan derketiyê didomin.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment