Saturday, December 5, 2009

Faruk Dîrî ku li Geverê bi giranî birîndar bû rakirin Wanê

Faruk Dîrî ku li Geverê bi giranî birîndar bû rakirin Wanê
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê Faruk Dîrî ku di bûyerên piştî meşê de, ji aliyê êrîşa polîsan de bi giranî birîndar bû rakirin Wanê.

Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bûyer û çalakiyên piştî mîtîngê derketin, li nava tax û kolanan didomin. Çalakiyên ku li Taxa Yeşîldere, Cumhuriyet û Yenîmahale zêde bûn, didomin. Di çalakiyan de piştî Nizam Kirkagaç welatiyê bi navê Faruk Dîrî jî di êrîşa polîsan de birîndar bû. Dîrî ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, piştre jî rakirin Wanê. Dermankirina Nîzam Kirkagaç jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê didome.

Li Navçeyê bûyer li nava tax û kolanan didomin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment