Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Aştiyê Demîr Çelîk, di civîna endamên PM, MYK'ê û serokên bajêran de diyar kir ku dixwazin gelê kurd tasviye bikin. Çelîk, ani ziman ku ew dê li hemberî vê yek bertekên mezin nişan bidin.
Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), civîna xwe ya endamên Lijneya Meşandina Navendê (MYK), Meclisa Partiyê (PM) û serokên bajêran pêk anî. Di civîna li Odeya Endezyarên Înşaatê pêk hat de Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk axaftinek kir û diyar kir ku wan civîna xwe têkildarî şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniye. anî ziman ku rola partiya wan a vê pêvajoyê gelek girîn e û di pêvajoyek wisa de civîn pêk anîne.
'Berteka me dê mezin be'
Çelîk, destnişan kir ku dixwazin hêviyên gelê kurd bişkênin û dê bertekên wan ên li hemberî vê yekê gelek mezin bin. Çelîk, bal kişan de ser huquqa kevîn û bi vê huquqê paradigamaya nû nayê meşan din. Çelîk, bilêv kir ku îro pergal di vê xalê de hatiye xitimandin û wiha got: "Ji ber ku armanca wan tasfiyekirina kurdan e pêvajoya gavên çareseriyê gelekî bi zihmetî diçe. Êdî tiştekî nayê veşaritin û nayê tepisandin derketiye holê. Bûye tevgerekî navneteweyî û xwe bi milyonan îfade dike. Ji ber vê yekê êdî nayê veşartin." Çelîk, da zanîn ku dixwazin pêvajo bi îtata kurdan û tasfiyeya kurdan pêşvebiçe. Çelîk bi birxist ku hikumet di serî de heya niha vîna gelê kurd qebul nekiriye û duh digotin "an jê hesbike an jî terk bikin'.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment