Saturday, December 5, 2009

Li Rihayê 34 kes hatin binçavkirin

Li Rihayê 34 kes hatin binçavkirin
Li Rihaya piştî mitînga DTP'ê ciwanên dest bi meşê kirin, rastî mudaxileya polîsan hatin. Di encama mudaxileyê de 34 kes hatin binçavkirin. Berî meşê Parlementara DTP'ê ya Idîrê Pervîn Buldan xwest ku gelê kurd neyên lîstikên AKP'ê.

Rixêstina DTP'ê ya Rihayê bi navê "Vîneke azad û çareseriyekî demokratîk" mitîngek li dar xist. Ji bo mitîngê serê sibê bi hezar kes li ber Parqa Alî Şellî hati cem hev û bi diruşmeyan li benda parlementerê DTP'ê sekînin. Parlementerên DTP'ê Şerafettîn Halîs, Pervîn Buldan, Îbrahîm Bînîcî, Endama MYK'ê ya DTP'ê Hatîce Çoban, Endamên Meclîsa Partiyê Cemal Coşkun û Mahmut Çelîk ji aliyê xwîşk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet û Fatma Ocalan, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Rihayê Îbrahîm Ayhan û bi hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Girseya li ber Parqa Alî Şelliyê dest bi meşê kir, panqartên "Ha gelê kurd, ha Ocalan", "Temînata demokrasiyê Birêz Ocalan e", "Muhatab Ocalan e", "Hûn nikarin gelê kurd di cala mirinê de fetisînin" û "Gelê kurd tejî 6 meterkareyê nabe" vekirin û diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok", "Riha ne rakeve xwedî li Serokê xwe derkev", "Li çiyayan negerin Apocî li her derine", "T.C. şaş nebe me nederxe çiya" û "PKK gele gel li vir e" berz kirin.

Di meşê de di avahiya Ocaxa Alperenan de tevgerên sorkirinê hatin kirin û ev yek bi sedama aloziyê. Girse heya li ber Navenda Kar a Karakoyunê meşiya. Li vir Serokê Rêxistina DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, axiftinek kîr û diyar kir ku AKP polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser kurdan didomîne. Ayhan, ani ziman ku bi destserkirina nexşeriya Ocalan pêvajoya siyaseta demokratik hatiye xitimandin û wiha got: "AKP'ê bi girankirina tecrîda li ser Ocalan gavên çareseriyê çiye derket holê. Divê dewlet hasasiyetên gelê kurd û xetên sor li ber çavan bigire. Êdî tu kes gelê kurd na xapîn e. Tu kes nikare gelê kurd teslîm bigire lewma gelê kurd gelekî bi rumet e."

'Hewildan, plana tunekirinê ye'

Parlementera DTP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan, jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rê li pêşiya aştiyê û siyasetê veke bagn li komên aştiyê kiriye û wiha got: "Gelê kurd li Sîlopî dîrok ji nûve nivîsand. Li Sîlopiyê gel got muxabat PKK û Ocalan e. Lê mixabin li gel hewildana Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan Hikûmeta AKP'ê li ser navê çareseriyê ket nava hewildanên plana tunekirinê. Armanca wan PKK'ê îmha bikin. Bi girankirina mercên Ocalan plana tasfiyekirinê pêk tînin. Lîstikên li ser Ocalan têne lîstin li ser gelê kurd têne lîstin. Heta ku gel li ser piya be çiqas DTP'ê bigrin jî dê ev têkoşîn bidome. Gel êdî nayê lîstikên AKP'ê."

Piştî axafatinan girseya xwest bimeşe li duriyana şehîtlikê rastî mudaxaleya polîsan hat. Di mudaxaleya polîsan de 34 kes hatin binçavkirin. Piştî girse belav bû dolmîşên ji navçeya hatin û beşdarî mitîngê bûn di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û kontrolkirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment