
Rêxistina Efûya navneteweyî bal kişand ser doza 5 kurdên li Suriyê doh li dadgeha ewlekariyê ya bilind hatin darizandin û got, helwesta dadgehê dişibiya lîstikeke şanoyê.
Rêxistinê bang li Suriyê kir ku dawî li van lîstikan bîne û ji bo vê yekê dageha xwe ya ewlekariyê betal bike.
Rêxistinê der barê dadgehkirina 5 kurdên ku li Suriyê ji ber endamtiya PYDê tên sucbarkirin, di sîteya xwe de cihekî fireh veqetand.
Rêxistin balê dikişîne ser bêedaletî û rewşa trajî-komîk a dadgeha ewlekariyê ya bilind a Suriyê û bang li dewletê ku vê dadgeha xwe betal bike.
Berpirsiyarê Beşa Rojhilata navîn û Bakurê Afrîka ya Rêxistinê Malcolm Smart, dibêje: dadgeha ewlekariyaê ya bilind a Suriyê, ne serbixwe, ne bêalî jî li gorî standartên navneteweyî ye , ji ber vê yekê divê demek ji ya din zûtir were ji hev xistin.
Daxuyanî bi bîr dixe ku doh 5 Kurdên binavê Munzurer Reşo, yê 16 salî û Ciwan Mohammed Ahmed, Hassan Xelîl Qedo Qiddo, Xelîl Dehlî û Manan Ahmed Sîdo bi endamtiya PYDê û PKKê jî hatin sûcbarkirin..
Rêxistinê diyar kir ku her 5 kurd ji ber sedemên bêbingeh demeke dirêj di girtehê de di nav şertên pir dijwar de hatine ragirtin.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment