| 17/12/2009 |
| |
| Rêxistina Efûya Navneteweyî li Sûriyeyê dozên hiqûqê yên kurd di wan de tên darizandin wek ‘parodî (şano) ya edaletê’ bi nav kir û bang li Sûriyeyê kir ku Dadgehên Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê (SSSC) bên hilanîn. Dîrektorê Bernameya Rêxistina Efûya Rojhilata Navîn û Afrîka Bakur Malcolm Smart li ser doza 5 kurdên endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî da. Hat gotin ku di vê dozê de jî derket holê ku Dadgeha Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ne dadgeha hiqûqê ye û wiha got: “Dadgeha Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ne dadgeheke hiqûqê ye. Ev di doza darizandina 5 kurdê endamê PYD’ê de jî derket holê. Wisa dixuye ku ev doz bibe mînaka ‘Parodiya edaletê’ (lîstika şanoyê).” Hat xwestin ku ev daraza ku naşibe hiqûqê bê ku dem bi ser de bibore divê bê rakirin. 5 endamên PYD’ê Gewan Mihemed Ehmed, Hesen Xelîd Qîdo, Xalîl Dahlî, Mannan Ehmed Sîdo û Monzer Reşo ku dema hat binçavkirin 16 salî bû roja 15’ê sibata 2008’an ji bo komploya navneteweyî ya li dij Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê protesto li dar xistin û hatin girtin. Dadgeha navborî wan ji ber protestoyê û endamtiya PYD’ê didarizîne. Rêxistina Efûyê destnîşan dike ku piştî ev 5 kes hatin binçavkirin ew avêtin hucreyê û yek ji wan heta saleke wî qediya bi malbata xwe re nekarî hevdîtinê bike. Hemû têkiliyên wî yên bi jiyanê re hatibû birîn. Hat gotin ku malbatên girtiyan bo ku rastî zext, lêpirsîn û cezayê neyên newêrin zêdetir agahî bidin. Rêxistina Efûyê destnîşan dike ku li Sûriyeyê kurd û dijberên rejîmê dema tên girtin bi mehan di hucreyan de tên girtin û wek hovan îşkence li wan tê kirin. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku 5 kesên ku bi kêmanî 19 meh di hucreyê de hatin girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê (SSSC) bi hinceta ku têkiliya wan bi PYD’ê re heye ji bo her yek ji wan 12 sal ceza birî. Hat gotin ku beriya ku ceza li wan bê birîn bi tu awayî destûr nehatiye dayîn ku ev kes şêwirmeniya hiqûqê ji parêzvanekê bigirin. Hat gotin ku ceza ne li gor qanûnan li gor keyfa helwesta hikûmetê tê birîn. Rêxistinê ji vê re jî got: “Şanoya hiqûqê”. ŞAM © Azadiya Welat |
Thursday, December 17, 2009
Li Sûriyeyê şanoya edaletê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment