Thursday, December 17, 2009

ÎHD: Bila heyetek biçe Îmraliyê


17/12/2009

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, bi daxwaza başkirina tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, name ji CPT'yê re şandin. Dayikên Aştiyê, der barê zêdebûna bûyerên şîdetê yên li bajarên kurdan pêk tên de bang li rayedaran kir û xwestin rayedar li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin. Her wiha komek endamên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo li Girtîgeha Îmraliyê rewşa Ocalan lêkolîn bike, nameyek ji Wezareta Dadê re şand û wiha gotin: “Em dixwazin heyeta ku me avakiriye ji bo lêkolîna li Girtîgeha Îmraliyê û rewşa girtina Ocalan lêkolîn bike. Nehiştin heyet bi rayedaran re hevdîtinê çêke, em dixwazin wezareta we destûra pêwîst û sererastkirinên pêwîst çêke."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment