Thursday, December 17, 2009

‘Bi tasfiyeyê çareserî nabe’


17/12/2009

Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî, têkildarî civîna îro di navbera Amerîka, Iraq, Tirkiye û Kurdistana Federal de li ser Mexbûrê tê kirin daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku bi tasfiyeyê çareserî nabe. Berdevkê Komê Nurettîn Turgut diyar kir ku ev 18 sal in Mexmûr rastî zordariya Tirkiyeyê ya leşkerî, aborî û dîplomatîk tê û ev tişt gotin: "Tirkiye niha dixwaze Amerîka, Iraq û Kurdistana Federal bike nîvekarê xwe. Ji bo vê yekê jî her tim dixwaze wargehê terorîze bike. Erdogan li Amerîkayê bi gotina, 'Em dê Mexmûrê tasfiye bikin' niyeta xwe danîbû holê. Lê divê bê zanîn ku bi tasfiyeyê pirsgirêk çareser nabe. Di vê civînê de jî dê tasfiyeyê nîqaş bikin. Li cihek ku cerdevan bûne makîneya kuştinê, polîs mirovan lînc dikin û endamên JÎTEM'ê gel gule baran dikin, aştî nabe.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment