| |
| 17/12/2009 |
| |
| Nalîn DÎCLE / BEHDÎNAN - ANF Li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan, girtina DTP’ê û berxwedana gelê kurd a li kolanên Kurdistanê Endama Kordînasyona PAJK’ê Rojîn Sorxîn nêrînên xwe anîn ziman. Sorxîn, diyar kir ku ne bi şîdet, ne bi girtina DTP’ê û bi zextên siyasî wê nikarin têkoşîna kurdan ya mafdar xilas bikin. Sorxîn, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya tasfiyeyê, şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axaftina xwe domand: “Di pêvajoyeke ku çareseriya demokratîk, yan jî çareseriya pirsgirêka kurd an bi navekî din tasfiye di rojevê de ye. Hikûmeta AKP’ê cihê Rêberê me guherand. Di vê pêvajoyê de her kesê hêvî dikir ku şert û merc hîn baştir be. Lê em dibînin ku şert û merc hîn girantir bûne. AKP bi vê cih guhertinê dixwest hem gelê kurd hem jî raya giştî bixapîne. Rêberê me ev rastî çawan ku derxist holê, gelê me jî berxwedanî û xwedî derketina li Rêbertiya xwe nîşan da ku wê êdî tu car neyên xapandin. Heke dewleta tirk dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike divê nêzîkatiya xwe ya ji Rêbertiya me re rast bike.” PERGALEKE TAYBET Rojîn Sorxîn, daxuyand ku pergala girtîgeha Îmralî pergalek taybet e. Sorxîn, destnîşan kir ku ev 11 sal e Rêberê Gelê Kurd Ocalan di van şert û mercên herî giran de dijî û wiha got. “Hêzên ku bi komploya Navnetewî dan pêkanîn dixwestin di dîroka kurdan û di dîroka Rojhilata Navîn de rûpelek tarî vekin. Van hêzan ev 11 sal in bi nêzîkatiyên xwe yên înkar, imhayê her tim pergala Îmraliyê domandin. Rêbertiya me jî bi berxwedanî û sekna xwe rûyê tarî yê komplogeran û mebesta komployê derxiste holê. Îro hemû hêz dizanin bê Rêber Ocalan bi tu awayî pirsgirêka kurd çareser nabe. Gelek hêzan xwestin bê PKK’ê û bê Rêber APO pirsgirêka kurd çareser bikin lê bi ser neketin. Roja me ya îro jî pergala taybet ya Îmralî dixwaze Rêbertiya derveyî pêvajoyê bihêlin. Bi êrîşên îmhayê yên Tevgera Azadiyê hişyar dikin. Ji ber ku Rêber APO û PKK temsîla mirovê xwedî vîn dike. Di kesayeta Rêbertiya me û tevgera me de îmhakirina kurdê xwedî vîn tê hedefkirin. Bi vê zihniyetê wê nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Yên vê dibêjin ew hêzên ku naxwazin rastiya Rêber APO gelê kurd nas bikin. Her tim bi hişmendî PKK, Rêber APO û gelê kurd ji hev cudaye dide nîşandan. Ev zihniyet jî xizmeta siyaseta înkar û îmhayê dike.” KURD LI SER PIYAN E Sorxîn, da zanîn ku kurd li hemû deverên Kurdistanê îro li ser piyan in. Sorxîn di axaftina xwe de bal kişand ser serhildana gelê kurd û got ku divê berxwedana kurdan a li bakurê Kurdistanê baş bê xwendin. Sorxîn, wiha axaftina xwe dom kir: “Daxwaza kurdan azadî ye. Wekî her mirovekî azad dixwaze bijî. Têkoşîna tevgera me û gelê me li ser vê bingehê ye. Kurd êdî bi çend guhertinên xapînok neyê xapandin. Ew mafên ku ew behs dikin gelo heta niha hiştine Rêberê me ji van mafan sûdê bigire. Bi cezayên hucreyê ev maf jî ji Rêberê me girtine. Dibêjin ku tu li gorî daxwaza me tevbigerî tu dikarî bibî xwedî van mafan, yanî dibêjin xwe radestî me bike. Ew dixwazin li Îmraliyê di kesayeta Serokatiya me de kurdê azad bifetisînin.” BI SAYA TÊKOŞÎNÊ Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Sorxîn, da zanîn ku em nikarin ji hêzên kedxwar, ji hezên xwedî polîtîkaya înkar û îmhayê tu hêvî bikin ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bikin. Sorxîn, destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê dê gelê kurd vê misoger bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nirxên ku hatine qezençkirin bi saya têkoşîna gelê me û tevgera me ye. Azadiya Rêberê me jî wê bi têkoşîna gelê me û tevgerê pêk bê. Ji bo wê bendewariya me ji bilindbûna têkoşîna me ye. Tu bendewariya gelê me ji hikûmeta AKP’ê nîn e. Guhertinek hatibe çêkirin jî ew ne bi xêra tu hêz û partiyan e. Ev bi têkoşîna gelê me hatiye qezenckirin. Jixwe azadî tê qezenckirin, nayê dayîn. Madem ku ew dixwazin kurdê xwedî vîn bi pergala Îmralî di kasayeta Rêberê me de bifetisîne, em ê jî heta nefesa xwe ya dawî ji bo nefesek azad têbikoşîn. Nefesek azad jî ancax bi azadkirina Rêberê me gengaz e.” LI DÎROKA XWE BINÊRIN Rojîn Sorxîn, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi tasfiyeya demokratîk raya giştî xiste nav bedewariyekê ku wê gavên cidî bavêje. Lê bi demê re derkete holê ji demogojiyê wêdetir tiştek din nîn e. Sorxîn, got ku AKP’ê nekarî gelê kurd û hêzên demokratîk bixapîne û wiha axivî: “Jixwe zikê gelê kurd ji derewan têr e. Kurdê sedsala 21’an, ne kurdê sedsala 19’an û 20’an e. Têkoşîna 30 salan ya tevgera me û berxwedaniya gelê me ji zû de ev rastî îspat kiriye. Yên ku bi samîmî dixwazîn pirsgirêka kurd çareser bikin divê vê rastiyê bînin û li gorî vê rastiyê despêkê cidî nêzî pirsgirêka kurd bibin. Yê ku hîn hêvî dikin ku kurdan û tevgera me bixapînin bila li dîroka xwe binêrin. Yan jî dîroka têkoşîna kurdê azad binêrin. Bila hikûmet dev ji nêzîkatiyên xwe yên xapînok berde. Bi dayîna çend navên gund û bajaran pirsgirêk çareser nabe.” SIYASETA XAPANDINÊ Sorxîn, da zanîn ku li Kurdistanê kurdan dikuje, partiya ku bi vîna kurdan hatiye hilbijartin digire û ma mirov dikare behsa samîmiyeta vê hikûmetê bike. Sorxîn nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Tevgera me her tim ger îhtimalek herî biçûk a çareseriya demokratîk hebe şans didê. Lê li hemberî vê samîmiyeta gelê kurd û tevgera me hêzên dagirker her tim an bi siyaseta înkar û îmhayê, yan jî bi siyaseta xapandinê nêz bûye. Siyaseta niha jî tê meşandin hîmê esasî tasfiyekirin e. Di vê lîstikê de her partiyekê rol girtiye. Yê ku vê senaryoyê bi rê ve dibe ji her partiyekê re rolek daye. Jixwe Rêbertiya me got navenda ku AKP’ê, CHP’ê û MHP’ê rê ve dibe heman navend e. Her çend wekî nakokiyê wan hebe xuya bike jî, lê di rastiyê de her partî rola ku jê re hatiye dayîn dilîze. Di çavkaniya hişmendiya hemû partiyan de jî yek milet, yek dewlet û yek al, yek yek yek e. Ji ber ku hişmendî faşizane.” NE SAMÎMÎ NE Sorxîn, di axaftina xwe de bal kişand ser girtina DTP’ê û da zanîn ku hikûmet qaşo qala hewldanên demokratîk dike, lê dewleta ku tehamûla xwe ji partiyên siyasî re tune, çawa dikare behsa demokratîkbûnê, hemdembûnê bike. Sorxîn, wiha berdewam kir: “DTP temsila gelê kurd li meclîsê dike. Di vê rewşê de kî dikare behsa samîmiyeta hikûmeta AKP’ê bike. Girtina DTP’ê jî nîşaneya rewşeke nû ye. Ev jî siyaseta dorpêçkirinê ye. Di qada, siyasî, navnetewî, leşkerî û çandî de dorpêçkirin e.” Dê serhildan bidomin Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Sorxîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Berê jî jina kurd, ciwanên kurd û hemû kurdên bi şeref xwedî li Rêberê xwe derket û îro jî li hemû kolanên Kurdistanê de bi serhildanan xwedî derdikevin. Jina kurd ya berxwedêr, ciwanên me yên fedaî divê niha ji her demê bêhtir çalak be û xwedî li Rêbertiya xwe derkeve. Ji bo şikandina hişmendiya qedexeker û ji bo azadiya Rêber APO em banga hîn xurtkirina têkoşînê dikin. Bi bilindkirina têkoşîna her alî em ê zihniyeta ku dixwaze Rêberê me bi tenê bihêle, tevgera me dorpêç bike, vîna kurdan a siyasî qedexe dike em ê bi vî awayî pûç derbixin. Yanî her tişt bi têkoşînê gengaz e.” © Azadiya Welat |
Thursday, December 17, 2009
‘Riya tekane têkoşîn e’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment