| 17/12/2009 |
| |
| NALÎN DÎCLE - QENDÎL / ANF Di roja me ya îro de lêgerînên mirovahiyê yên heqîqatê, krîza ku pergal dijî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me bi Endamê Desteya Rêvebir a PKK’ê Alî Haydar Kaytan re nirxand. Kaytan felsefeya Apocîtî bi van hevokan rave kir: “Rêber Apo û PKK’ê bi rêgeza; ‘Ger hebe jiyaneke azad, an jî qet’ dest bi têkoşîna xwe kir. Em vê zelal dibêjin; jiyan wê azad bibe. Azadiya jiyanê gengaz e. Felsefeya Apocî zemînê wê daniye û rastiya wê jî ronî kiriye. Civaka demokratîk a komunal, civaka yekane ya ku jiyanê azad dike ye. Ya girîng û lezgîn destpêkirin û afirandina civakek bi vî rengî ye.” - Di cîhana me ya îro de lêgerînên mirovahiyê yên heqîqatê hûn çawan dibînin? Di roja me ya îro de felsefe di çi rewşê de ye? Cîhana me ya îro cîhaneke ku dev ji heqîqatê berdaye, yan jî ne xwedî lêgerên heqîqatê ye. Cîhaneke ku mirov tê de desthilat e. Pergala kapîtalîst lêgerên mirovahiyê kuştine. Lewra di roja me ya îro de em bi însanên bê felsefe re rû bi rû ne. - Di jiyana mirov de felsefe xwedî girîngiyeke çawa ye? Di jiyana mirov de felsefe hata dawî girîng e. Ji ber ku felsefe tê wateya meyzandina mirov a ji gerdûnê re, ji xwezayê re, ji cîhanê re. Dîsa bi vana re têkilî danîne. Bi rengekî cewherî di civakê de gihiştina zanebûnê, fêmkirina cîhana derveyî xwe û bi gerdûnê re di nav ahengekê de jiyîn ji xwe re kirina armanc felsefe ye. Gava ku hûn bi rengekî kûranî însan fêm bikin wê demê misoger hûn ê felsefeyê bikin. Ji bo wê em dikarin felsefeyê wek zanista heqîqatê jî bi wate bikin. - Beriya derketina PKK’ê gelê kurd xwedî felsefeyek çawa bû? Yan jî di felsefeya ku hatibû rûniştandin de rolek çawa ji kurdan re hatibû dayîn? Gelê kurd berî derketina tevgera Apocî, gelekî bê felsefe bû. Der barê şêwazê jiyana xwe de pirsek ku dikir nîn bû. Wisa xuya dikir gelê kurd pergala înkar û îmhayê ya ku jê re pêşkêş kiribû her çend jidil nepejirandibe jî, lê mecbûr maye ku wê rastiyê bijî. Rewşa gelê kurd ji bo wê her wekî ku bi rengekî zindî kiribûn tirbê bû. Civaka kurd, civakek mirî dianî bîra mirovan. Rastiya gelê kurd, ji rastiya koleyan jî wêdetir bû. Rastiya ku dijî mirov nikare jê re bibêje mêtingehî jî. Di qada felsefeyê de jî gelê kurd bi rewşeke çawa re rû bi rû bû bi rengekî balkêş li holê bû. Di vê xalê de Rêber Apo rastî guherand. Mirovan rewşa kurdan a xirab bi van gotinan dianîn ziman: Ne dara hişk zindî dibe, ne jî heywan dibin mirov. Ji ber ku hêzên mêtingeh felsefeya ku di Kurdistanê de dabû rûniştandin de, çarenûsa gelê kurd mirin bû. Dihat gotin ku jixwe civakek belav bûye û ya mayî jî wê berze bibe û xilas bibe. Rêber Apo ev rastî nepejirand û red kir. Got “ger di vî gelî de, di van mirovan de hêviyek herî biçûk jî ya jiyanê hebe, ez ê ji wir bigirim û bikişînim nava jiyanê.” Jixwe di vî warî de felsefeya Rêber Apo weke felsefeya jiyan û têkoşînê binavkirin heta dawiyê rast e. Yanî hebûneke ku xwe wek însan salox dide divê jiyanê xweş bike û bi wate bike. Ger li jiyanê îxanet hatibe kirin jî divê îxanetê jêpirsîn bike. Mecbûr e li hemberî vê îxaneta ku hatiye kirin jî helwest bigire. Erka wî ya bingehîn jî îxaneta ku heye ji nav jiyanê avêtine. - Rêberê Gelê Kurd felsefeya xwe li ser kîjan bingehan pêş xist? Di cewherê felsefeya Rêber Apo de jiyan di ser her tiştî re ye. Eger jiyan hebe divê jiyanek azad be, yan jî wê qet nebe. Rêber Apo ji xwe re; ya jiyaneke azad, ya qet esas digire. Ji destpêkê de ev rêgeza bingehîn a PKK’ê ye. Rêgeza herî bingehîn a PKK’ê û mêzekirina wê ya jiyanê bi vê dest pê dike. Ya wê jiyan misoger azad be, yan jî wê jiyana ku heye wek jiyan nepejirîne. Jixwe di azadiyê de kûrbûn û di qada felsefeyê de kûrbûn bi hev re dimeşe. Baş e; wê demê pirsa divê bê kirin ev e: Ger jiyan dê azad be, wê demê tişta ku jiyanê azad dike çi ye? Azadî çawa û bi çi gengaz e? Jixwe rastiya lêgerîna heqîqetê jî ji vê pirsê dest pê dike. Wê demê di her diyardeyekê de, di her hebûnekê de destpêk û çavkanî xwedî girîngiyek mezin e. Lewra her tişt ji wir dest pê dike. Ji ber ku destpêk pir zêde nayê guhertin. Tê gotin ku her tişt tê guhertin. Ev ne gelek gengaz e. Jixwe herikîn û guhertinek heye. Ev herikîn û guhertina ku heye hîn zêdetir bi şêwazekî dewlemendkirin, bi şêwazek xwe derbaskirinê de ye. Guhertin û veguhertina ku em dibêjin wek naverok; ser herikîna berê zêdekirin, dewlemendkirin girtina dest hîn rastir dibe. Ji bo wê destpêk girîng e. - Hûn krîza ku pergal dijî çawa dinirxînin? Rewşa hêzên ku dijberî pergalê çawa dibînin? Di roja me ya îro de pergal; heta dawî pirsgirêkên cidî dijî. Li hember vê; yên ku xwedî lêgerên heqîqatê ne hene û li ser vê rastiyê têkoşîneke ku tê meşandin jî heye. Dîroka mirovahî; her tim li hemberî şaristaniya desthilat, dîroka berxwedanê ye. Lêgerina heqîqetê, di vî bingehî de heta dawî têkoşîneke ku hatiye dayîn jî hene. Dîroka mirovahî di vî alî de dîroka berxwedan û qehremaniyê ye. Lê belê ev herikînên ku bi navê azadiyê ketine rê, çi felsefî, çi dînî bin di encamê de ne karîne xwe ji rewşa mezhebûna pergala dijber xilas bikin. Divê ku egerên vê yekê baş bê jêpirsîn. Rêber Apo ji aliyê felsefî de, azadî çawa gengaz dibe jêpirsîn kiriye. Ji bo wê divê bi heqîqatê re bi şêwazekî rast girêdan bê çêkirin. Ev bibe ancax azadî ji xeyal derkeve dibe rastiyeke ku bê jiyîn. Wê demê pirsgirêk rasterast bi hebûna însan ve girêdayî ye. Mirov hebûnek komalî ye, ji bo wê komalbûn hêmanên bingehîn ê mirovahiyê ye. Lewra her du bi hev ve girêdayî ne. Ma kî dizane dibe ku mirovahî bi milyonan sal in bi şêweyê civakî jiya ne. Her bi rengê civaka xwezayî jiya ye. Wek civakek lebatî hebûna xwe parastiye û jiya ye. Lê belê ev pênc hezar salên dawî ji vê rastiyê qutbûnek daye çêkirin. Piştî vê em bi şaristiniya desthilatî ya em behsa wê dikin re rû bi rû hatin. Şaristanî, civaka dewletî û çînî bi şêweyekî din; civakek hiyarerşîk, dewletî û çinî îfade dike. Ma ev çare nîn e? Di warê felsefeyê de pirsa herî bingehîn ya ku tê kirin jî ev e: Ma şaristaniya dewletî, çare nîn e? Ma pêdiviyek e? Ma mirovahî mecbûr bû ku vê rastiyê bijî? Di warê felsefeyê de pirsên herî girîng ên ku tên pirsîn ev in. Rêber Apo bersiva ku ji van pirsan re dayî, heta dawî xwerû û zelal e. Şaristaniya dewletî di cewherê xwe de ji mirovahî û şêwazê hebûna wê çewt ketiye û ji wê dûr ketine. Dewletbûn, desthilatî, hiyarerşî bi xwe ji rastiya mirovahiyê dûrketin û çewtketinê îfade dike. Bi kîjan rastiyê re çewt ketine? Ji rastiya civaka xwezayî, ji şêwazê hebûna wê çewt ketine. Ji rastiya civakî çewt ketine. - Wek model hûn civakeke çawa hedef dikin? Di bingehê de tiştê ku tê kirin civakek derveyî dewletê ye. Ne civakeke ku dewletê hildiweşîne û dij dewletê ye. Di vê mijarê de hinek hevokên Rêber Apo yên balkêş ev in: “Em bi rastiya civakîbûyînek bi vî awayî re rû bi rû ne. Em ji vê re dibêjin, civaka demokratîk.” Mirovahiyê di cewher de sê rengên bingehîn ên civakê nas kirin: Yek, civaka xwezayî ye. Civakek kok, yan jî serkaniye û bi milyonan sal mirovahî ev civak jiya ye. Ya duyan ew civaka ku jî civaka xwezayî çewt ketiye ye. Ya sêyan jî, civaka têkel (civaka pirrengî), ya ku têkoşîn dike li dijî civaka ji civaka xwezayî çewt ketiye ye. Di eslê xwe de ev, rastiya îfadeya du têkoşînan, du şaristaniyan e. Heta dawî ev rastî di bingehê xwe de ji aliyê felesfî de girîng e. Bi kurtasî dikarim bibêjim bi temamî derbaskirina felsefeya kevn e. Bi nêrîneke nû şîrovekirina dîrokê mijara gotinê ye. Bi taybet bi temamî xwe ji felsefeya Kartezyen dûr xistine. Lewra derbaskirina hemû tesîrên felsefeya pozîtîvîst mijara gotinê ye. Rêbaza nêzîkatiya dîrokî ya xeta dûz, bê qutbûn pêşveçûn derbaskirin mijara gotinê ye. Di vê fesefeyê de hewl dide mirovahî, heqîqet, gerdûnê fêm bike. Dîsa mîtolojî, ol, felsefe û zanistiyê bi hev re girtina dest mijara gotinê ye. Ji ber ol, mîtolojî, felsefe ji bo mirov e. Ji rastiya mirov cuda olek ne mijara gotinê ye û ev jî ne gengaz e. Ji bo wê heqîqeta mirov fêmkirin bi dahurandina zimanê van re derbas dibe. Rêbertiya me di felsefeya xwe de, çareseriya vana jî dike bingehê şêwaza fikirandina xwe. Ango mîtolojî, ol û felsefe û zanistiyê dike lingên esasî yên ramana pergala xwe. Ji vê re jî avabûna mantiqê saxlem dibêje. Bi mantiqê saxlem mêzekirinek xwe ya ji gerdûnê re, ji xwezayê re, ji cîhanê re, ji dîrokê re, ji civak û însan re heye. Ev felsefeyeke ku mirov gelek bi hêz dike. Gihiştina azadiyê ye. Jiyan azad kirine. Ji herikîna xwezayî ya jiyan û ji herikîna gerdûnê re rewa dane çêkirine. Di nav de azadî û rastiya têkoşînê heye. Yanî cewherê jiyanê têkoşîne. Lewra di vê felsefeyê de, têkoşîn û berxwedanî jiyan e. Gumanên jirêdeçûnê her wext hene. Lê daherizîn (jirêdeçûn) nabe cewherê jiyanê, nikare bibe cewherê jiyanê jî. Jixwe ger daherizîn bibe cewherê jiyanê dê rastiya jiyanê ji holê rabe û wê demê rewşeke cuda derdikeve holê. Rastiya jê re tê gotin, însan jî holê radibe. Ya rast, ya bingehîn niha pêwendî ji nû ve bi cewherê mirovahî ye yanî azadiya jiyanê ye. Rêber Apo û PKK’ê bi rêgeza; ‘ger hebe jiyaneke azad, yan jî qet’ dest bi têkoşîna xwe kir. Em vê yekê zelal dibêjin; jiyan wê azad bibe. Azadiya jiyanê gengaz e. Felsefeya Apocî zemînê wê daniye û rastiya wê jî ronî kiriye. Civaka demokratîk a komunal, civaka yekane ya ku jiyanê azad dike ye. Ya girîng destpêkirin û afirandina civakek bi vî rengî ye. ‘Guherîna civakê xwedî girîngiyeke mezin e’ - Felsefeya Ocalan hebûna dewletê çawa dinirxîne? Divê mirov dewletê wek şêweyek cuda yê civakê binirxîne. Dibe ku mirovahî bi milyonan sal dewlet nas nekiribe, desthilatdaran nas nekiribe, hiyerarşî û mêtingehî çi ye ne zanibe. Di vê wateyê de mirov di nav civakeke azad, wekhev û piştevanî de jiya ye. Em ji vê cureyê civakê re civaka komunal a demokratîk dibêjin. Civaka ku bi dewletê re derdikeve; ger dewlet bi xwe wek civakek jorîn tê îfadekirin wê demê di jêr de jî şêwazê jiyana koletî heye. Ji ber dewlet saziyeke koletiyê ye. Saziyeke kolekirinê ye. Saziyeke cuda avakirin û cudakirina çînan e. Beriya wê ji kevin de desthilatdarî heye. Ji ber wê divê ji destpêkê dewlet û desthilatdarî di jiyana mirovan bê derxistin. Di cewherê mirovahî de desthilatdarî, çînayetî, cinsiyetperestî nîn e. Ji bo wê zivirandina cewherê mirovahî pêwîst dike. Girêdanek rast bi rastiya mirovahî re dana avakirin pêwîst dike. Niha dema ku hûn li heqîqatê digerin divê ku li raboriya xwe binêrin. Ji ber ku di her hebûnekê de destpêk rastiya wî îfade dike. Ji bo wê rastiya her hebûnekê di destpêka wê de veşartî ye. Di rastiya mirovahiyê de ev rewacdar e. Rêbertiya me jî vê rastiyê bi hevokên sihêm rave dike. Dibêje, “Raboriya mirov hîn rastî ye. Ez ê di wir de li mirovahiyê bigerim û ji nû ve bidim avakirin. Pêşeroj rêbazê hewldanên vê zêdetir tiştek nîn e.” Lewra tê wateya bi raboriya xwe bi rengekî rast têkilî dana çêkirin û bi kokê xwe girêdayîbûn dane çêkirine. Bi çanda esasî ya kok re û ji nû ve ji çanda komunal a demokratîk re têkilî dane çêkirin, li ser vî bingehî guherîna civakê xwedî girîngiyeke mezin e. |
Thursday, December 17, 2009
An jiyanek azad an jî qet
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment