Thursday, December 17, 2009

Wêneyê înfazê



17/12/2009

Zihniyeta kujer a dewletê û hikûmetê ya li hemberî gelê kurd naguhere. Zihniyeta ku di sala 2007’an de gerîlayê bi navê Rizkî Kaplan bi saxî girt û piştre înfaz kir, îro li kolanan welatiyên kurd qetil dike. Li Amedê ciwanê kurd Aydin Erdem û li Kopê Kemal Agca û Necmî Oral di encama vê zihniyetê de hatin qetilkirin.

BI SAXÎ HAT GIRTIN PIŞTRE ÎNFAZ KIRIN
Bûyerên înfazkirina gerîlayên HPG'ê ên piştî bi saxî digirin û têne înfazkirin, yek bi yek derdikevin holê. Di wêneyê jorîn de înfazek din hat belgekirin. Li çoltera Qilebanê di 27'ê hezîrana 2007'an de, ji aliyê Serfermandariya Giştî ve hatibû gotin ku 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Lê di wêne de xuya dike ku Rizkî Kaplan bi saxî hatiye girtin.

JI BIRIYÊ WÎ XUYA DIKE HATIYE DARPKIRIN
Di wêneyê jorîn de xuya dike ku Rizkî Kaplan (Çiya Wan) yê ji Wanê, bi saxî hatiye girtin. Di wêne de xuya dike ku li ser wî cilên binî, gore û pêlava wî tiştek li ser nehiştine û piştî hatiye girtin ew darp kirine û biriyê wî ji ber lêdanê hatiye qelaştin û xwîn jê herikiye. Ji 2 leşkerên li dû Kaplan tê xuyakirin ku yekî destê wî girtiye...

‘HIKÛMETA TERORÎST BIRAYÊ MIN KUŞT’
Zihniyeta kujer pêr li Kopa Mûşê li ser kar bû û du welatiyên kurd Kemal Agca û Necmî Oral qetil kir. Di definkirina cenazeyê Necmî Oral de parlamenterê DTP’a hate girtin Sirri Sakik got ku kuştina welatiyan înfazeke aşkera ye. Xwîşka Necmî Oral Hayat Oral got ku kujerê birayê wê hikûmeta terorîst û dewleta wê ya faşîst e.

ÇEND KESAN GULEBARAN DIKIR
Şahidên êrîşa li Kopê li hemberî welatiyan pêk hatî, gotin ku dema endamê JÎTEM'ê Turan Bîlen gel gulebaran dikir, polîsan jî ew temaşe dikir. Şahidên bûyerê anîn ziman ku di dema êrîşê de jî ne tenê kesek çend kesan gel gulebaran dikir. Şahidên bûyerê gotin ku Turan Bîlen li ber deriyê dikanê ciwan tahrîk dikir...

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment