Saturday, December 12, 2009

DTP HATE GIRTIN


12/12/2009

ENQERE - Dadgeha Makezagonê, ji bo Partiya Civaka Demokratîk (DTP), bi îdiaya 'bûye rêxistina derzagonî" birayara girtinê da. Serokê Dadgeha Makezagona Haşim Kiliç, daxuyanî da û anî ziman ku ji ber DTP bûye navenda çalakiyên rêxistina derzagonî biryara girtinê hatiye dayîn.

Ligel girtina DTP'ê biryara xistina parlamenteriya Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û parlamenteriya parlamentera Amedê ya DTP'ê Aysel Tugluk hate dayîn û Hevserok Turk û Aysel Tugluk jî tê de der barê gelek parlamenter, rêveber û endamên DTP'ê de jî heta 5 salan biryara qedexeya siyasetê hate dayîn.

Piştî daxuyaniya Serokê Dadgeha Bilind a der barê girtina DTP'ê de, ji bo nirxandina rewşê, rêveberiya DTP'ê li Navenda Giştî ya DTP'ê ku li Enqereyê ye, di bin Serokatiya Ahmet Turk de kete civînê.

Li Amedê jî ji bo protestokirina biryarê gel li ber avahiya DTP'ê civiya.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment