Saturday, December 12, 2009

Turk: Biryar siyasî ye û em koma xwe ji parlamentoyê vedikişînin


12/12/2009

ENQERE - Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk têkildarî girtina partiyê li ber Navenda Giştî ya DTP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Turk diyar kir ku biryarek siyasî hatiye dayîn û wiha got: "Li hemberî yên şer û şidetê dixwazin heta niha tu doz nehatine vekirin. Lê li hemberî partiya me ya demokrasiyê biryara girtinê hatiye dayîn. Ev yek jî rastiya biryarê radixe ber çavan." Turk anî ziman ku ji niha pêve koma xwe ji Parlementoyê dikişînin.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk bi beşdariya parlementeran û rayedarên partiyê piştî civîna pêk anîn li ber Navenda Giştî ya Partiyê derket pêşberî çapemeniyê. Turk mijarên di rojevê de nirxandin û biryara derbarê pêvajoya pêşerojê de anîn ziman. Turk bi sersaxî xwestine karkerên li Bursayê di kana komirê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi xebata xwe kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê karker, kedkar û derdorên xwedî nêrîn, bawerî û çanda cuda bêkes in. Lazim e herkes xwedî li van malbatan derkeve û hevgiriya xwe xurt bike." Li ser mijarê jî tirk bi bîr xist ku ji sala 2003'yan heta niha xebata xwe meşandine. Turk wiha axivî: "Me heta niha nêrînên xwe bi we re parve kirin. Ev civîna me ya dawiyê ye. Tirkiye di demek girîng de derbas dibe. Du sal û nîve em li Parlementoyê ne û me her tim aştî parast. Ez dixwazim gotinek gel her tim dubarekirî cardin bêjim, 'Xwîn bi xwînê, şidet bi şidetê, çek bi çekê nayê paqijkirin'. Ji bo rawestandina xwînê lazim e em avek pajij bikar bînin. DTP her tim ji bo aştiyê tevgeriya. Me xwest em bi gelê xwe re aştiyê pek bînin."

'Darbeyek li hemberî hêviya aştiyê ye'

Turk anî ziman ku ji bo aştiyê mesafeyên mezin li pişt xwe hiştine û wiha domand: "Lê îro yên aştiyê dixwazin, rawestandina şidetê dixwazin wekî terorîstan tên manîpulekirin. Ez ne ji bo parastina xwe, lê axaftinên heta niha me kirîn de me diyar kir ku divê çek wekî lêgerîna mafan neyên bikar anîn. Divê şidet ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Di hevokek me de hûn nikarin peyda bikin ku em şidetê dixwazin. Lê ligel vê yekê Dadgeha Makezagonê bi biryarek siyasî, statuko parastiye û bawerî, hêvî û daxwaza aştiyê darbe kiriye. Ev ne biryarek hiqûqî siyasî ye. Bi awayek din nayê îzahkirin. Ez naxwazim biryara Dadgeha Makezagonê bidim nîqaşkirin. Lê Leyla Zana ne damezirînera vê partiyê ye. Zana bû endam lê hemen li ser hişyariya dadgehê endamtiya wê hatiye betal. Zana heta niha beşdarî tu xebatên partiya me nebûne. Li ser navê partiyê beşdarî tu xebatan nebûye. Ligel vê yekê kirine sedema girtinê. Ev yek jî gotina Dadgeha Makezgonê ya wekî, 'Me bi kîteyî mijar vekolîn kir' radixe ber çava. Diyar e ka çiqas bi kîteyî mijar vekolandine."

'Dadehê heta niha dozê li parêzerên Ergenekonê venekirine'

Li ser mijarê Turk daxuyand ku dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û ev tişt gotin: "Têkoşîna me ya demokratîk dê dom bike. Ji ber ku em Parlemento wekî riya çareseriyê dît, em hatin vira. Lazim e gelê tirk jî hind tiştan bizanibin. Yên dibêjin "Ez parêzerê rêxistina terorê Ergenekonê me" heta niha rastî tu dozan nehatine. Lê yên aştiyê dixwazin tên qedexekirin. Yên gotina, "Dê hêrsa tirkan bibînin" rastî tu dozan nehatin. Lê heta niha tu doz derbarê wan de nehatine vekirin. Lê yên rewabûnê û mafên gelê kurd, azadiya gelan û demokrasiya hemdem dixwazin rastî dozan tên. Yên rastiya civakî tînin ziman û demokrasiyê dixwazin ji hêla mantiqek pir rengîtî û demokrasiyê talûke dibînin ve tên qedexekirin. Mantiq çiqas înkar ker bibe jî ev welat dê rojekê aştiya xwe pêk bîne. Têkoşîna gelan a hevpar, xebata hevpar a parêzvanên demokrasiyê dê vê hişmendiye yek rengî ji holê rake. Li Tirkiyeyê yên demokrasiyê dixwazin û bedelê didin, nijada wan çibe bila bibe dê rojekê vê înkarker, îmhakar û asîmîlasyoncû bi dawî bike."

'Tirkiye ber bi kaos û şerê navxweyî ve diçe'

Derbarê mijarê de daxuyand ku Tirkiye di demek xeternak de derbas dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro em bi rewşek ji her temê lezgîntir re rû bi rû ne. Lazim e derdorên demokrasiyê dixwazin ên Tirkiyeyê îradeya xwe bikin yek. Ji bo hemû maf, azadî û mafên kêmaran bên cem hev û pêşengiya vê yekê bike. Em îro wekî roja yekîtî û hevpariyê dinirxînin. Lazim e gelên Tirkiyeyê êdî xebatek hevpar danê holê û bi mantiqê hevpar tevbigerin. Îro li Parlementoyê diyalog tune ye, mantiqek tehamûlî nîqaşkirina çareseriyê nake heye. Ev ji bo tirkan, kurdan û gelên din pir xeter e. Em ji bo aştî û biratiyê şansekê biafirînin. Ligel ven zordariyan tevan em li vir bang dikin. Kes nikare pirsgirêkên vî welatî nebîne. Dîrok û wijdana gel dê we darizîne. Tirkiyeyê ber bi kaos û şerê navxweyî ve nebin. Daxwazên vî gelî fam bikin."

'Koma me xwe ji Parlementoyê dikişîne'

Turk anî ziman ku koma xwe ji Parlementoyê dikişînin û wiha dawî li axftina xwe anî: "Ev hezar sale em li vî welatî bi hev re dijîn. Polîtîkayên dijber baweriya gelan bi hev nehiştiye. Lazim e ev yek bê dîtin û tedbîr bên girtin. Em vê biryaar dadgehê hiqûqî nabînin û biryarek siyasî ye. AKP'a heta duh digot 'Em bi biryara gel hatin. Hûn nikarin biryara gel nebînin' îro derketî holê, xwe bêdeng dike. Li benda ranta ji girtina partiya me ne. Ji bo xwe demokratin. Tiştên me salek berî niha gotîn niha bi zelalî derdikevin holê. Em siyaseta demokratîk girîng dibînin. Lê hevalên me birayra xwe bi zelalî anîn ziman. Koma me ji îro pêve ji Parlementoyê paşve kişandiye. Beşdarî xebatan nabe. Hêvîdarim em rojên aştiyane bibînin. Em li pişt biryara xwe ne. Li vî welatî dostên me hene. Hêzên artêşa demokrasiyê didin hene."

Piştî daxuyaniya Turk girseya li ber partiyê bi slogana, "Zordarî me bêzar nakin" û "DTP gel e gel li vir e" piştgirî dan partiyê.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment