12/12/2009 |
|
'Ez ji pîvanên xwe tawîzê nadim' Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji Wezareta Edaletê heyetek çûye cem wî. Ocalan helwesta rayedarên tirk ya wekî ‘eger baş tevbigere, wê şertên wî baş bikin’, bi zimanekî tund rexne kir û got: “Dewlet bi gotina baş tevbigere, wekî zarok bim nêzî min dibe, lê belê nikarin min bixapînin, ez ê ji pîvanên xwe tu tawizan nedim.” Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û got ku heyeteke ji Wezareta Edaletê çûye cem wî û bi wî re axiviye. Ocalan anî ziman ku wî, ji 5 girtiyên nû jî, bi 4’an re hevdîtinek pêk aniye. Ocalan da zanîn ku cezayê hucreyê yê dawî ku dabûne wî, hê dest pê kiriye û wiha got: “Min carekê bi hevalên anîne vir re, hevdîtinek pêk anî. Rayedarên vir got ku, wê di rojên pêş de televîzyonekê bidin wî. Heyeta ji Wezareta Edaletê hat, bi min re axivî. Midûrê Girtîgehan yê Wezareta Edaletê jî di heyetê de bû. Piştî vê hevdîtinê, di ser derî re, pencereyên ber bi jêr û jor vekirin. Li odeya lê dimînin jî, nivînek, dolabek û maseyek heye. Ji bilî vê, ji bo min jî cihekî qasî 2-3 gavan dimîne. Hemû cih evqas e.” Ocalan destnîşan kir ku heyeta Midûrê Girtîgehan yê Wezareta Edaletê jî di nav de bû, bi helwesta eger baş tevgere wê şertên wî baş bikin nêzî wî bûne û ev helwest jî bi zimanekî tund rexne kir. ‘NIKARIN MIN BIXAPÎNIN’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe ya di vê mijarê de wiha anî ziman: “Midûr dibêje, eger tu baş tevbigerî, em ê jî şertên te baş bikin. Yanî bi vê yekê wekî ku zarok bim, nêzî min dibin. Lê belê nikarin min bixapînin. Ez ê bi tu awayî ji pîvanên xwe tawizan nedim. Taybiyeta min ya herî girîng xwedî pîvaniya min e. Cewhera helwesta min ev e. Ez xwedî pîvanim, lê belê di pratîkê de nerm im. Ev taybetiya şexsiyetiya min e. Yanî di pîvanê de hişk, di pratîkê de nerm. Heta 1996’an li hemberî min, 10 komplo ceribandin, ev hejmar heta niha bûye 20. Li vir jî gelek hewldan hebûn. Lê belê digel van hemûyan ez helwesta xwe ya bi pîvanî dimeşînim û ez ê dev ji vê bernedim. Bila her kes jî vê rastiyê bizanibe. Li vir xwestin bi riya min li gorî xwe Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Lê belê xwedîpîvaniya min hesab nekiribûn. Nikarin tiştekî wiha bi riya min bidin kirin.” JI BO AYDIN ERDEM SERSAXÎ Ocalan, ji ber Aydin Erdem yê polîsan li Amedê qetil kiribû, xemgîniya xwe anî ziman û ji malbata wî re sersaxî xwest. Ocalan careke din xwest ku tu kes bi çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên întiharwarî zirarê nede xwe. ‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’ Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan doza girtina DTP’ê jî nirxand û wiha got: “Wê dawiya cîhanê neyê, eger bigirin jî, wê kurd têkoşîna xwe bidomînin. Dîsa jî dikarin bi girtina hemû aliyên demokrat ên Tirkiyeyê, bikevin nav hewldaneke nû.” ‘SIYASETA HEVQIRKIRINÊ ‘ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din anî ziman ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd pêdivî bi hewldaneke jidil heye. Ocalan ji bo rêbaza di hewldana çareseriyê de tê ceribandin got şaş e û wiha dewam kir: “Rast e, hewldana çareseriyê şert e lê belê rêbaza wê ne rast e. Ev, siyaseta ingîlîzan e û bi destê Amerîkayê tête meşandin. Ev ingilîz ecêb in. Ev çar sed sal in, ew dinyayê bi rê ve dibin. Li Tirkiyeyê jî ingilîz ji aliyekî ve kurdan sor dikin, li aliyê din jî ji dewletê re dibêjin ‘wan biperçiqînin, yanê ingilîz dualî dilîzin. Ev siyaseta berîhevdanê ye.” Ocalan, ev siyaseta ku weke ya berîhevdanê tarîf dike jî bi van her sê mînakan îzah dike: “Ya yekemîn; di 1925’an de pêk hat. Di serdema Şêx Seîd de bi wesîteya Bînbaşî Noel bi Şêx Seîd re hevdîtin pêk anîn û weke ku ji bin ve destekê didin xwe nîşan dan. Wan li Stenbolê jî bi Seyît Evdilqadir re hevdîtin pêk anî û bi wî awayî kurd sor kirin. Li aliyê din, ingilîzan bi wesîteya zilamên xwe yên wê demê, Înonu, Recep Peker û Fewzî Çakmak derdor li Mustefa Kemal girtin. Bi wî awayî wan Musefa Kemal bêtesîr kir û hikûmet jî xistin destê xwe. Di wê pêvajoyê de ji aliyekî ve kurd sor dikirin, li aliyê din jî di berdêla bidestxistina Mûsil û Kerkûkê de jî destek dan hikûmetê da ku kurdan biperçiqîne. Êşên mezin hatin kişandin.” ‘ŞER NE ÇARESERÎ YE’ Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan, weke nimûneya duyem jî, bal kişand rewşa dijwar a salên 1990’î û ev nirxandin kir û got: “Ya duyem jî; di salên 1990’î de bi yekemîn destewerdana Amerîkayê li Iraqê re pêk hat. Ji me re digotin ku ew ê di warê şer de destekê bidin me. Bi heman awayî di ser nûnerên me yên Ewropayê re ji me re digotin ‘şer bikin, em ê destekê bidin we.’ Li aliyê din jî ji serfermandarê wê demê yê artêşa tirk Dogan Gureş re jî der barê perçiqandina tevgera kurd de li Ingilîstanê lemba kesk vêxistin. Wê demê di çapemeniyê de daxuyaniyeke Dogan Gureş derketibû. Di vegera ji Ingilistanê de wî eynî wiha digot: ‘Ingilistanê ji me re lemba kesk vêxist.’ Û dûre tê zanîn, dîsa ew êşên giran hatin kişandin. Nêzî 3 hezar gund hatin valakirin, bi hezaran kuştinên faîlî meçhûl pêk hatin di serdema Tansu Çiller û Dogan Gureş de. Ev agahî di belgeyên doza Ergenekonê de jî hene; ji hev re dibêjin ‘qehpik’. Wan em jî di mijara şer de sor kirin lê li aliyê din em bi destê dewletê dan kuştin. Şerê hingî tam veguherîbû şerekî koran.” Ocalan got Turgut Ozal jî wê demê nekarî wê senaryoyê deşîfre bike û ji ber wê yekê jî jiyana xwe ji desta da. Li gorî Ocalan rayedarên dewletê yên weke Karadayi û Kivrikoglu û Ecevît jî dawiyê gihîştin wê qenaetê ku ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Ocalan got, zîhniyeta Îttihat û Terakkiyê li Tirkiyeyê Mustafa Kemal, CHP û çepên tirk bêtesîr kirine, lê heman zêhniyetê nekariye PKK’ê ji hev xe û veguhêre CHP’ê. AKP JÎ DÛVIKÊ WAN E Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan, rola AKP’ê ya di siyaseta berîhevdanê de jî wiha rave kir û got: “Ya sêyem jî pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ye û di 2002’yan de dest pê kir. Ev pêvajo ji 60 sal berê ve hatibû amadekirin û du armancên wê hene. Ya yekem jihevxistina îslama radîkal û ya duyem jî jihevxistina cehwera Tevgera Azad û Demokratîk a kurd e. Jixwe tiştê ku ev heft sal in AKP hewl dide bike jî ev e û ew vê rola baş jî bi cih tîne. Piştî sala 2002’î meseleya Osman û Botanan tê zanîn. Heta van kesan xwe weke demokratên lîberal bi nav kiribû. Bi tesfiyekirina min û bi bikaranîna paşnavê min, xwestin bi ser kevin. Xwedêgiravî wê Osman bixista şûna min. Niha jî dixwazin wan bi kar bînin. Lê belê ew ê nikaribin tu tiştî bikin. Niha yek ji wan tenê jî pênc pere nake. Rûyê wan ê ku karibin pê derkevin pêşberî gel tune ye.” POŞMANÎ PROVOKASYON E Ocalan, ji bo hin guhertinên AKP’ê yên qanûnî jî wiha got: “Bi taybet qanûna der barê zarokan de, bi qanûna poşmaniyê ya 221’ê û yên din wê pirsgirêk neyê çareserkirin. Bi taybet qanûna poşmaniyê xefk e, provokasyon e. Ev ê neyê qebûlkirin. Bi vê rêbazê dê yek kes jî, ji Mexmûrê neyê. Divê were qebûlkirin ku pirsgirêk siyasî ye û bi rêbazên siyasî dê were çareserkirin. Binêrin 50 hezar kes mirine, lê ji vê re dibêjin ‘teror’. Di şerekî mîna yê Yunanê de dibêjin 5 hezar kes mirin. Li devera ku 50 hezar kes lê bimrin, nabe ku mirov behsa ‘terorê’ bike. Li holê şerek heye.” ‘ÇARESERÎ DIYALOG E’ Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku aliyê vî şerî hene û çareserî jî bi diyaloga di navbera van aliyan de dikare pêk bê û wiha dewam kir: “Aliyên şer hene û pirsgirêk bi diyaloga di navbera aliyan de dikare bê çareserkirin. Ev yek bi hevdîtinan yan jî bi diyalogê dibe. Ez nabêjim ku îlle ez muxateb im, dikarin PKK’ê muxatab bigirin, nebe dikarin DTP’ê, eger ew jî nebe endamên PKK jî di nav de dikarin bi heyeta ji gel pêk tê re hevdîtinan pêk bînin.” ‘Eger çareserî nebe dê AKP jî biqede’ RÊBERÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha bang li Serokwezîrê Tirkiyayê Erdogan kir: “Ez ji vir bang li Erdogan dikim. Eger rêbazên rast destnîşan neke, pêşiyê li siyaseta demokratîk veneke, wê demê çawa ku Enver Paşa Împeratoriya Osmaniyan ji hev xist, dê zîhniyeta AKP’ê ya heyî dewleta tirk ji hev bixe û AKP jî dê biqede. Eger CHP û MHP bibin desthilatdar jî, dê xwîn biherike. Ez difikirim ku niyeta birêz Erdogan baş e, ez hê jî dixwazim bawer bikim. Di nava AKP’ê de mirovên durist hene û alîgirên çareseriya demokratîk in. Lê ez nizanim bê hêza wan çiqas e. Di nava AKP’ê de alîgirên tasfiyekirinê zêde ne. Ez hê jî, ji bo çareserkirina demokratîk dikarim ya ji destê min were bi cih bînim. Lê eger pêşiya çareseriya demokratîk neyê vekirin, wê demê KCK dê wê riya xwe destnîşan bike, wê demê biryara şer û aştiyê ew ê bi xwe bidin. Ez ê li vir dest wernedim tiştekî. Ya rast jî ev e.” ‘Hewldan rast e lê rêbaz şaş e’ RÊBERÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewldanên AKP’ê yên qaşo di bin navê çareserkirinê de wiha şîrove kir: “Ez ne li dijî hewldanê me, lê rêbaz şaş in. Divê rêbazên rast werin destnîşankirin. Eger hûn erebê bidin pêşiya hesp, dê nikaribe bi rê ve biçe. Ya rast ew e ku hûn hesp bidin pêşiya erebê. Şaşiya bingehîn ya hewldanê jî ev e. Baş e ma wiha dibe? Ma gelo erebe bi vî awayî dikare bi rê ve biçe. Pirsgirêka bingehîn ya rêbazê ye. Beriya guhertinên qanûnî, divê rêbazên rast werin destnîşankirin.” ‘Ez ê hêzê bidim rêbazên rast’ OCALAN, da zanîn ku eger rêbazên rast werin destnîşankirin, ew ê jî ya bikeve ser milê wî bi cih bîne û wiha got: “Eger rêbazên rast werin destnîşankirin, ez ê jî ya bikeve ser milê min bi cih bînim. Eger derfet werin afirandin ez ê karibim hêzên çekdar li devereke din bi cih bikim. Hêza min ya vê yekê heye, wê hêzên çekdar guh bidin vê yekê. Bûyerên dawî qewimîn jî, nîşan da ku gelê kurd dilsozê min e. Di nava PKK’ê de bi dehan kom hene, jixwe kesên li çiya xwedî komên otonom in. Tenê ez dikarim wan kontrol bikim û wan bê sîleh bikim. Divê meclîs ji bo çareseriya misoger, biryarê bide. Ji bo vê yekê divê astengiyên li pêşiya min jî werin rakirin. Min di nexşeya xwe ya rê de, behsa van hemûyan kiriye.” STENBOL - ANF |
Saturday, December 12, 2009
'Rêbaza çareseriyê şaş e'
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment