Saturday, December 12, 2009

KARASU: CAREK DIN DERKET HOLÊ KU TEHAMULÎ KURDAN NAKIN

KARASU: CAREK DIN DERKET HOLÊ KU TEHAMULÎ KURDAN NAKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu bi rêya telefonê tevlî bernameya televizyona me Rojaktule bû û biryara girtina DTP'ê nirxand.

"Ev biryar jî bi awayekî vekirî nişan dide, ku tehamulî siyaseta Kurdan li Tirkiyê nayê kirin. Dibêjin têkiliya wê bi PKK'ê re heye, ev giş derew in. Eger partiyek mafê Kurda biparêze, dema li ser bingeha demokrasiyê be jî, li Tirkiyê jê re cih nîne. maneya vê biryar ev e."

KARASU: ZIHNIYET NEGUHERI YE

Karasu anî ziman, ku bêtehamuliya li dijî hêza gel DTP'ê careke din derketiye holê û wiha dewam kir:

"Zihniyet neguheriye. Demokrasiya ew behs dikin jî, demokrasiyeke bêî Kurdan e. Yanê eger Kurd mafên xwe nexwazin, tênekoşin, wê demokrasiya wan bimeşe. Lê dema dor hat kurdan tenê ne dewlet, wa yê li holê ye, qaşo rewşenbîr û demokratên wan ên liberal jî, giş DTP'ê gunehbar dikin."

Karasu berê rexneyên tund dan ser kesên dibêjin 'em li dijî girtina partiyan in, û ji bo DTP'ê jî dibêjin lê wê heq kiriye'.

Karasu wiha got:

"DTP'ê ji bo çi heq kiriye. DTP'ê, ji bo were girtin, ti tişt nekiriye. Ti eleqeya DTP'ê bi PKK'ê û gerîlla re nîne. Ew siyaseteke demokratîk dimeşîne ye. Ev yek jî gelek caran, bi awayekî vekirî rave kirin. Diviyabû Tirkiyê partiyek ku siyaseta demokratîk dimeşand weke şansek bidîta, lê ew girtin. Ji vê jî ev encam derdikeve; Nîyeta Tirkiyê ya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike nîne. Dewlet hê dixwaze Kurdan berde hev, dixwaze DTP'ê li dijî PKK'ê rake, Kurdan parçe bike û bi vî awayî polîtîkaya perçiqandina Tevgera Azadiya Gelê Kurd dide meşandin. Eger polîtîka ne ev bûya, wê bi hêsanî pirsgirêk çareser kiriba."

KARASU: QIRKIRINEK DI NAVA DEMÊ DE
XISTINÊ DEWRÊ

Mustafa Karasu got, hê jî dixwazin Kurdan di nava Tirkitiyê de bihelînin û got, mînaka Herî Batasuna didin, eger sîstema xweser a li wir qebûl bikin, gelê PKK wê jî viya re bêje na?"

Karasu girtina DTP'ê bi van 2 sedeman ve girê da:

"A yekemîn; Serokwezîr digot, 'eger tu ji PKK'ê re nebêje terorîst ez te muxateb nagirim, bi te re naaxivim.' Yanê dixwast viya bêje; 'Eger hûn ji PKK'ê re nebêjin terorîst, hûn ne meşru ne!.' Niha ji ber ku meşrû nedît, ew girt. A duduyan jî; polîtîkaya berê ya Kurd îflas kiriye. Vê yekê herkes qebûl dike. Lê ev nayê wê wateyê ku, Tirkiyê polîtîkayeke nû ya Kurd qebûl kiriye."

Karasu got, li şûna polîtîkaya berê, niha polîtîkaya qirikirina di nava demê de ketiye dewrê.

KARASU: JI BER KU DTP LI DIJÎ HELANDINA KURDAN
DERKET, HATE GIRTIN

Mustafa Karasu destnîşan kir, ku ji xwe îradeya Kurdan nayê naskirin, DTP jî, ji ber ku li dijî helandina di nava tirkitiyê de derket hate girtin.

Ev pêvajo jî, ne pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, kûrkirina tesfiyekirinê û hewildana zeximkirina serdestiya wan e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu got, ji ber ku Kurdan êrîşên tesfîyekirinê qebûl nekir, polîtîkayeke bi vî rengî hat meşandin.

Karasu mijara muxetabiyê jî nirxand û anî ziman, ku PKK Kurdan temsîl dike.

Karasu gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Heta ev niqaş û plan hebin, şer û pevçûn wê gurtir bibin. Li holê plana tesfiyeyê heye, ne hewildana çareseriyê. Çareseriya ku we jê re dibêjin modêla Tirk jî ev bixwe ye.!"

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment