Partiya Azadiyê Jinên Kurdistanê-PAJK'ê jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên ku ji bo tinekirina Kurdan destpê kirine û got, dewleta Tirk 17'ê Mijdarê, di şexsê Ocalan de darbeyek pêk aniye.
PAJK'ê anî ziman, ku piştî vê darbeyê jî, êrîşên linckirinê, kuştinên li nava kolanan, tehdîtên ku dibêjin emê zarokên Kurdan ji wan bigrin bixin yêtimxaneyan, operasyonên eskerî yên berfireh û girtina DTP'ê pêk hatiye.
Li holê ye ku ev darbeyek e, qirkirin û qetlîama kurdan tê plankirin.
Daxuyaniya PAJK'ê wiha dewam dike:
"Hukmê vê biryara girtinê li qesra sipî hate dayîn, 11 kesên bi cubbe jî rêzik û pîvanên wê bicih anîn. Eşkere ye ku li dijî nirxên me yên bi têkoşîna gelê me ya 30 salan derketine holê, saziyên demokratîk û îradebûyîna polîtîk êrîş û qetlîamek tê meşandin. Siyaseta AKP qaşo ji bo pêşîvekirina demokrasiyê dide meşandin, di rastiyê de siyaseta çareseriyek bê rêber Apo, bê PKK'ê û bê Kurdan e."
PAJK'ê diyar kir, ku ewê li dijî van êrîşên hovane, mafê xwe yê berxwedanê bikar bîne herwiha bang li gel û raya giştî ya demokratîk jî kir, da ku li dijî zulmê têkoşîna xwe xurtir bikin.
GIRTIYÊN PKK'Ê Û PAJK'Ê BANGA SERHILDANAN KIR
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê, yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê dimînin jî daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Li ser navê girtiyan Deniz Kaya daxuyanî weşand û anî ziman, ku dewletê bi hemû saziyên xwe, Kurd ji xwe re kirine hedef.
Girtiyan banga serihildanê li gel kir û herwiha gotin, ewê greva birçîbûnê ya ku wan li dijî êrîşan daye destpêkirin jî dewam bikin.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment