Saturday, December 12, 2009

Li Sîlopî 15 hezar kesî girtina DTP'ê şermezar kir

Li Sîlopî 15 hezar kesî girtina DTP'ê şermezar kir
Li Navçeya Sîlopiye, 15 hezar kesan, konê sersaxiyê ku ji bo Endame HPG'ê Metîn Guleç (Zafer Cudî) yê li Çiayê Cûdî jiyana xwe ji dest da hatibû vekirin ziyaret kir. 15 hezar kesên konê sersaxiyê ziyaret kir girtina DTP'ê şermezar kir.

Li Navçeya Sîlopiyê, ji bo endamên HPG'ê Metîn Guleç (Zafer Cudî) ku di operasyona 4'ê kanûnê li Çiayayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vekirin. Piştî ji bo Guleç konê sersaxiyê hat vekirin, nêzî 15 hezar kesên li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Sîlopiyê li hev kom bûn, alên Konfederalîzma Demokratîk, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Endamê HPG'ê Metîn Guleç vekirin û dest bi meşê kirin. Girseya ku di navde Cîgirê Şaredarê Sîlopiyê Kadîr Kunur, Nûnerê MEYA-DER Ramazan Togurlu, Endamên Meclîsa Giştî û rêveberên DTP'ê jî hebûn, bê navber dirûşmeyên "Tolhildan", "HPG eniyê bigrin, tolê hildin", "Lêxe gerîlla lêxe, Kurdistanê rizgar ke", "Bijî Serok Apo", "Ey şehît riyate riyameyê" û "Dêstê dirêjî DTP'ê dibin dê bişkên" bez kirin û çûn konê sersaxiyê ziyaret kir.

15 hezar kesan konê sersaxiyê ziyaret kir

Girsê, li ber konê sersaxiyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Piştre Rêveberê Rêxistina DTP'ê Selîm Ozmen axaftinek kir û diyar kir ku bi her kuştinekê re dilê milyonan kesî dişewite. Ozmen, ani ziman ku ew êdî kuştinê naxwazin û her tim aştiyê dixwazin. Ozman, destnîşan kir ku li gel daxwaza wan a aştiyê û pêvajoya agirbestê dîsa operasyonan dom kiriye û wiha got: "Di vê pêvajoya ku PKK'ê agirbest îlan kir 80 gerîlla jiyana xwe ji dest dan. Ev gêrîllayên ku jiyana xwe ji dest didin ma ne can in? Em bang her kesî dikin û dibêjin hesasetiya kurdan li ber çavan bigrin. Her wiha dîsa Nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya kurdan bi xwe ye."

Piştre Pismamê Metîn Guleç Şefîk Guleç, axaftinek kir û diyar kir ku wan gelek kes di vê riyê de winda kirin û wiha axivî: "Beriya Metin, Salîh jî di vê riyê de çû. Metîn û Saleh soz dabûn hev. Em ji ber şehîdên xwe her tim serbilind in. Wan ji bo rûmet û azadiya gelê xwe canê xwe d8a. Êdî em hevî dikin ku ev xwîn bisekine."

Girseya ku piştî ziyareta konê sersaxiyê xwestin bi meşin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsn bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û alozî derket.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment