Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Metîn Guleç doh li navçeya Şirnexê Silopyayê, ji aliyê deh hezar kesî ve hat veşartin...
Di merasîmê de, li dijî girtina DTP'ê nerazîbûneke tûnd hat nîşandan û hat gotin, girtina partiyê li pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd wê nebe asteng...
Gerîllayên HPG'ê Metîn Guleç binavê kod Zafer Cûdî û Yakup Dellayîmîlan bi navê kod Harun Bêtirs 4'ê Kanûnê li Botanê jiyana xwe ji dest dabû...
Doh komeke ji 40 kesî cenazeyên herdu gerîllayan ji herêma şer anîn Şirnexê..
Piştî otopsiyê cenaze ji aliyê malbat, rêveber û şaredarên DTP'ê û girseyeke qelebalix ve hat girtin û ji bo veşartinê, birin navçeya Silopî..
Bi hezaran kesên li ber avahiya DTP'ê kom bûbûn, cenazeyê gerîlla Guleç bi sloganên 'Şehîd namirin' pêşwazîkirin...
Piştî wecîbeyên olî, deh hezar kesî cenazeyî Guleç bir goristana Başakê....
Cenazeyê gerîlla Zafer Cûdî li kêleka pismamê wî gerîlla Salîh Guleç bi navê kod Çekdar Cûdî yê Îlona 2009'an jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin..
Di merasîmê de, Serokê DTP'a Şirnexê Selîm Bayar axaftinek kir û got, bi girtina DTP'ê wê nikaribin têkoşîna azadiya gelê Kurd asteng bikin...
Piştî merasîmê, gel li taxa Başakê li dijî girtina DTP'ê dest bi meşê kir..
Ji ber êrîşa polêsan a bi bombeyên gazê, şer û pevçûn derket..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment