Welatiyên bi navê Muhyettîn Ozer ku li Sêrtê di bûyera şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di êrîşa polîsan de zimanê wî jê bû kirin bin tedawiyê.
Li Sêrtê di 6'ê konûnê dê, bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girseya ku xwest bimeşe rastî êrîşa polîsan hatibû. Welatiyê bi navê Muhyettin Ozer ku di encama êrîşa polîsan de zimanê wî jê bû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Tedawiya Ozer hîn didome. Ozer, ku di axaftinê de zahmetiyê dikşîne, diyar kir ku wê rojê diçû kar û rastî êrîşa polîsan hat. Hevsera Ozer Ayşe Ozer, jî diyar kir ku hevserê wê li atolyeya mermer dixebite û wiha got: "Dema hevserê min roja 6'ê kanûnê diçû kar, rastî êrîşa polîsan hat. Ozer, anî ziman ku çalakiyê de polîsan bi bombeyê gazê êrîşî girseyê kir û bi jop, pêhn û kulma li hevserê min da. Piştî hevsê min ket xwar, dîsa bi pêhna li serê wî xistin û serê wî li erdê xistin. Dema serê wî li erdê xistin zimanê wî ket nava diranê wî û zimanê wî perçe bû. Ji ber lêdana polîsan êdî wecê wî nedihat naskirin. Piştî hevserê min rakirin nexweşxaneyê bi 6 kêlan zimanê hevserê min dirûtin." Dermankirina Ozer ku bavê 9 zarokan e li nexweşxaneyê didome.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment