Monday, December 7, 2009

Êrîşî avahiyên DTP’ê kirin


07/12/2009

AVAHIYA DTP’a bajaroka Karakopru a Rihayê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîş û hewldana şewatê hat. Li Çîgliyê jî êrîşî avahiya DTP’ê kirin.
Kesên nasnameya wan nediyar cam û deriyên avahiya Nûnertiya DTP’a bajaroka Karakopru ya Rihayê şikandin û hewl dan ku bi benzînê avahiyê bişewitînin. Piştî kesên camê avahiyê şikandin û agir berdan avahiyê di avahiyê de zirareke mezin dan avahiyê. Agirê bi avahiyê ket ji aliyê ekîbên îtfaiyê ve hate vemirandin. Piştî bûyerê rêveberên DTP’ê çûn cihê bûyerê û diyar kirin ku avahiya wan a bajaroka Karakopru ya li taxa Çankaya kîlometreyekê nêzî Qereqola Cendermeyan a Bajarokê ye, lê ligel vê yekê cenderme, 35 deqe şûnde çûne cihê bûyerê.
Serokê DTP’a Navçeya Navendî ya Rihayê Mithat Karadag, li DTP’a Karakopru yê daxuyaniyek da û êrîş bi avayekî tund şermezar kir. Karadag, diyar kir ku kesên agir berdane avahiyê dixwazin aloziyan derxin û meşa DTP’ê ya Rihayê tehamul nekirine. Karadag, destnîşan kir ku kesên aştî û demokrasiyê naxwazin, 2 meh berê Nûnertiya DTP’ê ya Yenîşehîrê niha jî Rêxistina Karakopru dane ber agir. Karadag, anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û nayên lîstikên şerxwazan.
Li aliyê din avahiya DTP’a Navçeya Çîglî ya Îzmîrê jî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşê bi molotof hat. Di êrîşa ku dema kes li avahiyê tunebû pêk hat de camê avahiyê hatin kişandin. Piştî êrîşê Seroka DTP’a Îzmirê Mukaddes Kubîlay û rêveberên navçeyê çûn avahiyê. Hat hînbûn ku êrîşkaran di êrîşa avahiya DTP’ê de molotof avêtine Buroya Dogalgaz a Kontrola Kalite ya Êlîhiyan jî. RIHA / ÎZMÎR (DÎHA)

No comments:

Post a Comment