Monday, December 7, 2009

Nijadperestan êrîşî ciwanan kir


07/12/2009

Xwendekarê bi navê Sedat Kula ku di dema çêkirina anketan de li Qada Gazîosmanpaşayê rastî êrîşa bi kêr ya nijadperestên tirk hat, diyar kir ku berî êrîşê polîs ji wan re gotiye, “Der barê we de gilî heye. Hûn anketa siyasî çêdikin” û piştre rastî êrîşa nijadperestan hatiye. Kula diyar kir ku êrîş pêşiyê hatibû plankirin.
Li Meydana Gazîosmanpaşayê dema ji bo şirketeke taybet anket çêdikirin, xwendekarên bi navê Burhan Ilgin û Sedat Kula rastî êrîşa nijadperestên tirk a bi kêr hatin. Di encama êrîşê de her du xwendekar jî bi giranî birîndar bibûn.
Burhan Ilgin piştî tedawiya li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Okmeydaniyê ji nexweşxaneyê derket û xwendekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Stenbolê Sedat Kula jî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Hasekiyê tedawiyê dibîne. Têkildarî mijarê Kula diyar kir ku dema anket çêkirine pêşiyê polîsek hatiye cem wan û ji wan re gotiye “Hûn li vir çi dikin. Derbarê we de gilî heye. Hûn anketa siyasî çê dikin” û piştre çûye. Kulla anî ziman ku çend seat piştre polîs cardin hatiye cem wan û vê carê telefona şirketa em jê re dixebitin xwest. Piştre ez jî hatim meydanê û li meydanê kesekê destê xwe danî ser milê min û pirsa “Setad tû yî?” kir. Ez çawa pişt xwe zivirîm, tekbîr anî û bi kêrê êrîş kir. Kula anî ziman ku ew kes berî niha li dibistanê dîtiye û kesek nijadperest e.
Kula diyar kir ku piştre komek li derdora 50 kesan êrîşî wî kirine û ev tişt gotin: “Bi awaye korganîzeyî êrîş kirin. Pêşiyê amadekarî kiribûn. Di dema êrîşê de heqaret dikirin û tekbîr dianîn. Dema min tedawî didît polîsan ji bo îfadeya min bigire ez 4 seatan li ser piyan hiştim. Xwestin bin binçav bikin lê ji ber li dijî derketina bijîşkan, ez hilnedam bin çavan. Tevahiya şevê li nexweşxaneyê rawestiyan.” Kula diyar kir ku baweriya wî bi dadê nayê û ji ber vê yekê serî li tu dadgehan nade. STENBOL

No comments:

Post a Comment