07/12/2009 |
|
Kurdistanî, li Awusturya, Almanya, Swisre, Yewnanîstan, Ingilistan çalekiyên protestoyî li dar xisitin û daxwaz kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û rewşa wî jî bê baş kirin. Li payîtexta Awusturya, meş, dibin pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd, FEYKOMê de hate lidarxisitn. Mitîng, li meydana Westbahnhofê pêk hat û ji bilî Kurdan xwendekarên Awusturyayî jî tevlî meşê bûn. Li Kolna Almanyayê jî, kurdistaniyan bi armanca protesto kirina dijwarkirina rewşa Ocalan meşeke porestoyî li dar xistin. Li qada Ebertplatzê, Serokê Konseya Gel a Dusseldorfê Ihsan Gedik, axaftinek kir û bang li tevahiya Kurdan kir ku li hemberî pêvajoyê bi hesas tevbigerin. Li Zirucha Swîsreyê jî, 3 hezar kurdistanî li Helwetia Platzê kom bûn û li dijî dijwar kirina rewşa Ocalan, dest bi meşê kirin. Girse, wêneyên Ocalan, alên KCK’ê û pankartên, "Tenduristiya Ocalan, tenduristiya me ye" û "Îşkenceya li Imralî bi dawî bînin" hildan. Li paytexta Fransa Parîsê jî, Kudistanî ji bo rewşa Ocalan, li ser piya bûn. Kurdistaniyên li qada Republîkê li hev kom bûn, heta qada Bastîlê meşiyan. Girseya kurd, rayedarên tirk hişyar kirin, ji CPT'ê û saziyên pêwendîdar jî xwest ku bikevin nava tevgerê. Li Ingilîstanê jî saziyên kurdan ji bo protestokirina sîstema îşkencê ya Îmraliyê rêze çalakî dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li pêşiya parlamentoya Ingilîstanê jî greva birçîbûnê wê pêkwerê. Komek Kurdistaniyên ku li meydana pêşberî avahiya parlamentoya Ingilistanê kon vedan û bi armanca protetsokirina diwjar kirina rewşa rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiri. Greva birçîbûnê dorveger e û wê bêdem be. Ciwanên kurd şevê din li Almanya, Fransa, Hollanda, Yewnanistan û Siwêdê di nava çalakiyan de bûn. Li bajarê Îtalyayê Modenayê jî kurd ji bo Ocalan meşiyan. Kurdên li bajarê Îtalyayê Modenayê ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê meşek organîze kirin. BRUKSEL |
Monday, December 7, 2009
Li seranserê Ewropa çalakî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment