Monday, December 7, 2009

‘Ev pêvajo naşibe yên berê’


07/12/2009

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna nîqaşên di demên dawî de ji hêla AKP'ê ve tên meşandin nirxandin û diyar kir ku AKP ji xwe re DTP'ê wekî hevrik dibîne. Ayna diyar kir ku hewldana demokratîk a ji bo çareseriyê hatiye destpêkirin bi dawî bûye û wiha got: "Lê tu tişt wekî berê nabin. Girtina DTP'ê wekî ya HEP, DEP û HADEP'ê nabe. Encamên vê yekê dê ji bo her kesî giran bin." Li ser nîqaşên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Ayna diyar kir ku ji ber kurd Ocalan wekî rêber dibînin, nêzîkatiya li hemberî Ocalan ji bo kurdan girîng e û nêzîkatiyên li hemberî Ocalan bi kirêtî nav kirin.
Hevseroka DTP'ê polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdan, hewldana demokratîk ku wekî ‘projeya yekitiya neteweyî’ bi encam bû û mijarên di rojevê de nirxandin. Ayna diyar kir ku di serî de bi temkînî nêzîk pêvajoya hewldana demokratîk bûne û wiha got: "AKP ev saleke vê hewldanê bi navê cuda tîne rojevê. Lê li aliyê din operasyonên leşkerî û siyasî didomîne. Piştî hilbijartinan operasyonên li hemberî DTP'ê zêde kirin û 50 rêveberên navendî bi tevahî 400 endamên partiya me girtin lê hêj dernexistine dadgehê. Ev yek jî nîqaş dide ku AKP'ê ev hewldan ji bo xapandina cîhan û raya giştî daye destpêkirin. Lê me nîqaşkirina çareseriyê jî erênî dît. Me pêşketinên li Silopiyê erênî nirxandin. Me xwest ev bibin wesîleya çareseriyê. Ligel hemû zordariyan jî me hewldan aştî pêş bike. Der barê hevalên me de fezleke derxistin û xwestin bi zorê me bibin dadgehê."

‘AKP me hevrik dibîne’
Ayna diyar kir ku pirsgirêka kurd bandorê ji pêşketinên herêmî û cîhanê digire û ev tişt gotin: "AKP neçar bû zelal bibe û niha zelal dibe. Derket holê ka bi hewldana demokratîk dixwaze çi bike. Bi nîqaşkirina pirsgirêkê ya li Meclisê, dayîna navên gundan û çend gavên seravî pirsgirêka kurd çareser nabe. Piştî ev dît pêvajo xitimî. Dixwaze bi rexnekirina me xwe paqij bike. AKP dixwaze mafên takekesî bide û bêje li mala xwe rûnên. Xwest em jî polîtîkayên wê bişopînin. Xwest bi riya me polîtîkayên xwe rewa bike. Di mijarên bi Amerîka, Afganîstan, Kibris, Ermenîstan û enerjiyê de li ser kurdan bazar kirin. Hêza van polîtîkaya têk dibe DTP ye. Ji ber vê yekê dixwazin DTP'ê bigirin. AKP niha DTP'ê li pêşiya xwe wekî asteng dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze bide girtin. "

'Ocalan rêberê kurdan e'
Li ser êrîşên li dijî kurdan jî Ayna anî ziman ku gera wan neçûye xweşiya hikûmet û dewletê û wiha domand: "Ji ber ku alternatîfa AKP'ê tenê DTP ye. CHP û MHP nikarin AKP'ê xilas bikin. AKP di hilbijartinên herêmî de MÎT, Serfermandariya Giştî û heta MHP û CHP jî hildan pişt xwe, lê cardin jî nekarî DTP'ê. DTP hindî diçe bi hêz dibe. Dizane DTP li Îzmîr û Stenbol û bajarên din xebatên rêxistinî bimeşîne dê AKP ji holê rabe. AKP dixwaze tevgera kurd tasfiye bike. Dixwaze tasfiyeyê jî ji Îmraliyê bide destpêkirin. Niha bi girtina DTP'ê dixwaze pêşve bibe. Pirsgirêk ne tenê tasfiyekirina Ocalan û DTP'ê ye jî. Dixwaze lêgerîna kurdan a azadiyê tasfiye bike. Dixwaze rêxistinbûna kurdan tasfiye bike. Em tenê ji aliyê hiqûqî ve li pirsgirêkê nanêrin. Ocalan rêberek e. Ev 30 sale ji bo mafên kurdan têdikoşe. Hûn dikarin alavan nîqaş bikin lê nêzîkatiya li hemberî rêberekî nêzîkatiya li hemberî gelekî ye. Gelê kurd dizane ku nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li hemberî kurdan e. Nîqaşên metrekareyê yên li hemberî Ocalan jî tiştên kirêt in. Dewleta heta niha kîjan îşkenceya kirî qebûl kiriye?. Wêneyên nîşan didin jî derew in. Dixwazin nefesa gelê kurd bibirin. Bi vê yekê ji kurdan re dibêjin 'Em rêberê we nas nakin'. Lê kurd jî xwedî li Ocalan derdikevin."

‘Em ê li meclisê nebin’
Têkildarî hewldanê jî Ayna anî ziman ku hewldan qediya ye lê tu tişt wekî berê nabe û wiha domand: "Tîr ji kevanê firiya. Tu tişt wekî berê nabe. Girtina DTP'ê wekî ya HEP, DEP û DEHAP'ê nabe. Ji ber ku her tişt îtîraf kirin. Hebûna kurdan îtîrafkirin. Girtîgeha Amedê îtîrafkirin. Komkujiya Dêrsimê îtîrafkirin. Girtina DTP'ê dê ji bo hemû kesê encamên giran bîne. Tiştên piştî niha bên jiyîn dê wekî pevçûnekê bin. Ne kurdan AKP'ê bi polîtîkayên xwe ev pêvajo bi dawî kir. Qediyana AKP'ê dê ji ya Çîllerê xirabtir be." Ayna diyar kir ku daxwazên kurdan kişf in û ev tişt gotin: "Kurd dixwazin nasnameya kurdan bê nasîn û mafê xweseriya demokratîk bê dayîn. Ku partiya me bê girtin em ê ji Meclisê biçin. Ev ne ji bo gefê tên gotin. Ji ber ku tu riyên din namînin." ENQERE (DÎHA)

No comments:

Post a Comment