Wednesday, December 16, 2009

GEL JI ALIYÊ ESNAFÊN BI ÇEK Û POLÊSAN VE HAT GULLEBARANKIRIN

GEL JI ALIYÊ ESNAFÊN BI ÇEK Û POLÊSAN VE HAT GULLEBARANKIRIN

Li Kopê bi hezaran kes bi armanca protestokirinê xwest ber bi riya Aslanpaşayê ve bimeşe..

Lê polêsên dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin û li ser vê jî şer destpê kir.

Dema êrîşa polêsan, dikandarê bi navê Tûran Bîlen bi keleşkofê êrîş kir û di encamê de Necmî Oral û Kemal Ayca jiyana xwe ji dest da,,,

Ji ber êrîşa çekdarî, her weha 4 ji wan biranî, 8 kes jî birîndar bûn..
Li gorî şahidan, bûyer li ber çavên polêsan qewimî.

Serokê baroya Mûşê Sabahattîn Goçmen diyarkir ku bûyer plankirî bûye û got; tevî ku tevahiya dikanan girtîbû, dikana manîfatûra ya Tûran Bîlen tenê vekirîbû.

Goçmen her weha da zanîn ku polês bi zanebûn berê girseyê daye aliyê dikana Tûran Bîlen.

Goçmen weha got: ev bûyer li derveyî hêzên dewletê neqewimî ye. Danê sibê zû saet li derdoran şeşan li ber dukana manîfatûrayê hatine dîtin. Di dema bûyerê de bi keleşînkofan û G-3'an gulle hatine berdan.


Turan Bîlen ê êrîş pêk aniye, wekî esnafekî xuya dike.

Lê çawa dibe ne diyar e, ev kesê bi navê Turan Bilen, dikana wî ya kincan heye, lê belê tê de keleşnîkof û demançe jî hene.

Bîlenê ku ji JÎTEM'ê re dixebite û cerdavantiyê dike, dema mirov li jiyana wî ya tarî dinêre jî, derdikeve holê ku ev bûyer bi destê dewletê hatiye plankirin.

Ji xwe piştî êrîşa doh eskeran Turan Bîlen ê 2 kes qetil kirin, bi helîkopterê ji navçeyê derxistin.

TURAN BÎLEN Ê ÊRÎŞ PÊK ANÎ
JI JÎTEM'Ê RE DIXEBITE!

Turan Bîlen bi eslê xwe Ereb e û ji Mêrdînê ye.

Malbata wî, di sala 1978'an de, bi sîlehan êrîşî rêxistinek çepgir a Kurd kiriye.

Bavê wî Şerîf Bîlen jî, ji kuştina 2 gerilayên ku sala 1992'an de hatibûn qetilkirin berpirsiyar e.

Bûyer pir tarî ye û bi vegotina çapemeniya tirk a weke tehrîk nikare were îzahkirin.

Ji xwe agahiyên derbarê rabirdûya jiyana Bîlen de derdikevin holê jî vê yekê rave dike.

Turan Bîlen avakarê rêxistina MHP'ê ya navçê ye, berê jî tevlî çalakiyên li dijî DTP'ê bûye û bûyerên provokatîf pêk aniye.

Herwiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Bîlen bi JÎTEM'ê û polêsan re dixebite û cerdevantiyê dike.

Hat ragihandin, Bîlen di dikana xwe de sîlehên giran radigire û bi hin eskerên li Fermandariya Jendermeyan re kar dike û bi wan re bazirganiya sîlehan dike.

Keleşkofa pê qetlîam kir jî, ji xwe ruhsata wê heye.

Herwiha hat ragihandin Turan Bîlen nehatiye binçavkirin û eskeran ew tevî malbata wî bi helîkopterê derxistine derveyî navçê.

ERDOGAN: BÛYER JI BER NERAZÎBÛNA
DIKANDAREKÎ QEWIMÎ

Erdogan ê di her fersendê de, Kurd û DTP'a hatî girtin hedef nîşan dide, derbarê êrîşa dawî ya li Kopê de, bi nirxandinên pûç şîrove kir..

Mîna ber, Erdogan vê carê jî got, êrîş ji ber nerazîbûna dikandarekî qewimiye..

Alîkarê Erdogan Bülent Arınç jî îdîa kir ku êrîşa li Kopê, bûyerek ji rêzê ye..

CENAZEYÊ KEMAL AGCA ŞEVÊ DIN
HAT VEŞARTIN

Di vê navberê de, ji 2 kesên doh jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Kemal Agca şevê din hat veşartin..

Cenazeyê Necmî Oral ê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî jî, îro li Kopê tê veşartin..

Doh li Kopê li dijî girtina DTP'ê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin...

Lê belê polêsan êrîşî girseya gel kir..

Kesê binavê Tûan Bîlen jî, bi sîleh gulle li girseyî reşand û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da...

Cenazeyê Kemal Agca yê 43 salî şevê din ji Morga Nexweşxaneya Kopê hat girtin...

Paşê bi karwanê wesayîtan cenaze birin gundê Yoncaliyê...

Parlamenterên DTP'a hatî girtin Sirri Sakik, Nûrî Yaman û Şaredarê navçeyan jî tevî karwanê wesayîtan bûn..

Piştî wecîbeyên dînî bicih hatin, cenaze li goristana Yoncaliyê hat veşrtin..

Cenazeyê Necmî Oral ê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî jî, îro li Kopê tê veşartin..

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment