Wednesday, December 16, 2009

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan diyar kir ku siyasetên tinekirinê yên hukûmeta AKP'ê, Tirkiyê ber bi pêvajoya şer ve dibe û weha got:

'Em ê bi xwe pê li tetîkê nekin, lê belê li hemberî êrîşan em xwediyê mafê parastina rewa ne'.

KARAYILAN: 'YÊN DIXWAZIN BI ÇEK
ÇARESER BIKIN, NE EM IN'

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê got ku yên çareseriya leşkeriyê dixwazin ne aliyê kurd, dewleta tirk bi xwe ye û wiha dewam kir:

"Dewlet dixwaze bi çekan kurdan têk bibe û bi vî rengî pirsgirêkê çareser bike. Niha yên ku çareseriya çekdarî dixwazin ne em, deweta tirk e. Careke din dibêje, yên dixwazin dewleta tirk û AKP ye. Mixabin hemû hewldanên me, nekarî pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke aştiyane. Siyaseta hukumeta AKP'ê pêvajo xitimandiye û pêvajoyeke şerî aniye ber derî."

Karayilan anî ziman ku AKP ji bo pêşxistina planeke nû ya navnetewî li derveyê welêt ketiye li pey lêgerînan e.

KARAYILAN: 'JI SERDANA DAWÎ YA DYE'YÊ
LIHEVKIRINEKE WEKÎ 5'Ê MIJDARÊ DERNEKET'
Karaylan diyar kir ku ji serdana Erdogan ya Emerîkayê, lihevkirineke zelal a wekî 5'ê mijdara 2007'an derneketiye û wiha dewam kir:
"Erdogan hewld dide, Emerîkayê, dewleta Iraq û hêzên Başûr bike hevparê têkoşîna li hemberî hin qadên me yên li Başûrê Kurdistanê. Piştgiriya teknolojiya pêşketî ya Emerîkayê digirin, têr nake, ji bo zêdetir mirovan bikujin, piştgiriya zêde dixwazin. Li gorî min, digel hemû hewldanan, Erdogan nekariye wekî 5'ê mijara 2007'an, encameke zelal bi dest bixe. Dibe ku ji Emerîkayê, li hemberî Îranê hin piştgirî girtibin. Lê belê ez bawer nakim, ev serdan ji aliyê Tirkiyê ve, bûye serdaneke serkeftî'.

Karayilan çalakiya li Tokatê jî nirxand û bi bîr xist ku ev çalakî yekîneyeke HPG'ê bi însiyatîfa xwe pêk aniye û wiha got:

KARAYILAN: 'EFENDIYÊN DEMOKRAT JI BER
ÇI GERÎLAYÊN ŞEHÎD DIKEVIN NABÎNIN'

"Hin alî dibêjin, hewldanên hukûmetê yên ji bo çareseriyê, li çalakiya Tokatê qelibîn. Ev bêînsafiyeke mezin û cot-standartî ye. Di pêvajoya biryara bêçalakîtiya leşkerî de, 80 hevalên me şehîd ketin. Ma ev ne can bûn? Birêz efendiyên demokrat, ma gerîlayên kurd ne mirov in? Ma tenê leşkerên tirk mirov in? Hûn çima dema serokatiya fermandariya giştî ya tirk şehadeta gerîlayan eşkere dike, nerazîbûn nîşan nadin. Hê nû, di 4'ê kanûnê de, li Cûdiyê 2 ciwanên me, hevalê Zafer û Harûn, dîsa li Gabarê hevalekî me şehîd neketin? Beriya mehekê li Çelê, ma 8 hevalên me şehîd neketin? Başe wê demê hûn li ku bûn?"

KARAYILAN: 'EMÊ PÊ LI TETÎKÊ NEKIN, LÊ BELÊ
LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN EM XWEDÎ MAFÊ XWEPARASTINÊ NE'

Karayilan da zanîn ku gelê kurd li hemberî zextên pêvajoyeke şer, xwedî hêza xwe parastinê ne û dîtinên xwe yên di vê mijarê de jî wiha anîn ziman.

"Emê pê li tetîkê nekin, Lê belê destê me wê li ser tetîkê be. A rast li hemberî êrîşan divê destê me di tetîkê de be. Planeke tinekirinê li holê ye. Lewma divê em jî li li hemberî her êrîşê amade bin. Gelê kurd di bin her şert û mercî de, li hebmerî êrîşan xwedî mafê parastina rewa ye. Emê bi vî rengî nêzî pêvajoyê bibin, pêvajoyê bişopînin û li gorî wê helwest deynin."

Karayilan anî ziman ku li hemberî êrîşan, mafê bersivdayinê hene û ji tiştên ji niha û pê ve biqewimin jî wê hukumeta AKP'ê berpirsyar be.

KARAYILAN: PÊVAJOYA TÊKOŞÎNEKE NÛ YA KARIBE
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊK BÎNE, DEST PÊ KIRIYE
Karayilan bal kişand ser pêvajoya ji pêngava 1'ê hezîranê û pê ve jî û wiha got:

"Vê pêvajoyê astegeke girîng derxist holê. Lê belê têrî çareseriya demokratîk nekir. Ev mijara rexne û xwe-rexneyiyê ye. Niha pêvajoyeke nû, ya ku karibe çareseriya demokratîk pêk bîne û pêş bixe, di rojevê de ye."

Karayilan di dawiyê de jî ji ciwanên kurd xwest ku pêvajoyê bi baldarî bişopînin û tevlî nav refên azadiyê bibin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment