Wednesday, December 16, 2009

LI HEWLÊRÊ CIVÎNA PIŞTGIRIYÊ HAT LIDARXISTIN

LI HEWLÊRÊ CIVÎNA PIŞTGIRIYÊ HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, derbarê êşkenceya Îmralî û girtina DTP'ê de, semînerek hat dayîn..

Di semînerê de hat gotin, hêza ti kesî nîne ku îradeya gelê Kurd a azad tine bike..

Semîner ji aliyê Komeleya Ragihandina Standart ve hat organîzekirin û gelek rewşenbîr û siyasetmedar jî tevlî bûn...

Endamê KNK'ê Dr. Kamuran Berwarî û Alîkarê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdullah her yek ji wan axaftinek kir..

Dr. Berwarî diyar kir ku tevî hewldanên PKK'ê yên aştiyane jî, AKP dixwaze bi siyasetên tinekirinê pirsigrêka Kurd çareser bike...

Berwarî ji bo çareserkirinê got, divê Ocalan û PKK muxateb werin girtin..

Nîmet Abdullah jî got, AKP li aliyekî îdîa dike ku ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike, li aliyê din jî DTP da girtin û ev yek weke durûtî û biryareke şovenîst binav kir..

Abdullah li dijî biryarê, xwest ku Kurd li her deverê çalakiyên demokratîk lidar bixin..

Serokê PÇDK Diyar Xerîb û endamê KNK Dr. Fayik Gulpî jî, bang li hukûmeta Başûrê Kurdistanê kirin da ku bibin xwedî helwest...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment