Friday, December 4, 2009

‘Gel li rûmeta xwe xwedî derdikeve’


04/12/2009

‘Gel dijberiya li dijî vîna xwe qebûl nake’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan destnîşan kir ku, gelê kurd bi însiyatîfa xwe dijberiya xwe nîşan dide û got: “Gelê me xwedî îrade û însiyatîf e. Senaryoyên tasfiyekirina PKK’ê jî di rojevê de ne. Lê bila bê zanîn ku kes nikare PKK’e tasfiye bike.”
Karayilan ku ji ajansa ANF’ê re axivî, dijwarkirina rewşa Reberê Gelê Kurd û dijberiya gelê kurd nirxand û got ku, her kes bi awayekî manewî û dilsoz bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Her kes xwe berpirsiyar dibîne û êrîşên li dijî Serokatiya xwe qebûl nake.
Karayilan, bal kişand ser gera Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ya Amerîkayê û wiha got: “Mîna her serdana xwe, Erdogan di vê serdana xwe ya Amerîkayê de jî, senaryoyên tasfiyekirina PKK’ê wê bike rojevê. Tirkiyeyê, xwe beramberî tafsiye kirina PKK’ê kiriye bazarê, lê PKK tenê ne li Qendîlê ye. Qendîl nebe jî dê PKK hebe. Em di doza xwe de mafdar in û gelê me jî, me destek dike. Erdnîgariya me jî, di aliyê stratejîk de mertalê parastina me ye.”

‘Divê wê îradeyê qebûl bikin’
Karayilan der barê rewşa dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, wiha axaftina xwe dirêj kir: “Rêber Apo, cihê xwe yê nû, wekî çala mirinê bi nav kir. Dewleta Tirk jî dibin navê demokratîkbûnê de, pêvajoyek daye destpêkirin, lê maskeya wan ket. Pêwîst e zanibin ku Ocalan ne girtiyekî ji rêze de ye. Li Kurdistanê vînek e. Yên ku Ocalan wek vîna xwe destnîşan kirine jî, gelê kurd e, helbet dijberiya li dijî îradeya xwe qebûl nake. Rêber Apo, serok û pêşengê serîhildana hemdemî ya gelê kurd e.”
Karayilan da zanîn ku gelê kurd, ji damezirandina Komara Tirkiyeyê û heya îro, ji bo mafên xwe yên demokratîk di nava serhildanan de ye û got: “Lê îro, gelê kurd di bin pêşengiya tevgera modern ya Tevgera Azadiya Kurd de, ketiye rojeva Tirkiye û cîhanê. Serokê vê tevgerê jî, Rêber Apo ye û her serhildana gelên cîhanê xwedî serok e. Têkoşîna gelê kurd ya di bin pêşengiya Rêber Apo de dewam dike, pêwîste rayedarên dewleta tirk vê yekê erê bikin.”
Karayilan got: “Pirgsirêkên tenduristiya Rêber Apo, hene. Dewleta Tirk bi zanîn Birêz Ocalan dike çala mirinê. Sîstema Îmraliyê, ji bo têkbirin û tunekirinê ye.”
Karayilan bal kişand rol û mîsyona Erdogan û wiha axivî: “Rola Erdogan, şikandina îradeya gelê kurd e, tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Ev aşkera bûye. Pêwîst e gelê me, dostên me, eniyên demokrat û kesên aştîxwaz, vê rastiyê bîbînin û bizanin.”

Tasfiyekirina Tevgera Azadiyê
Karayilan da zanîn ku AKP’ê, ji bo rondikên dayikan ne rijin û dilê dayikan neşewitê yek gav bi tenê ne avêt û dirêjî da axaftina xwe: “AKP’e ji destpêka demokratîkbûyînê de û heya dawiyê, serî li taktîk û lîstikan dide. Di encamê de, derkete holê ku pêvajoya AKP’ê, tafsiyekirina Tevgerê û şikandina vîna gelê kurd e. Vê yekê di çûna Komên Aştiyê di nîqaşên parlamenê de xwe aşkere kir. Bi taktîk nêzîkî pirsgirêka kurd dibin.”
Karayilan destnîşan kir ku operasyonên leşkerî û sivîl bi dijwarî dewam kirin û wiha got: “Yên ku rondikên çavên dayikan dirîjînin jî operasyon in. Eger operasyon çênebin kuştin jî çênabin. AKP’ê jî, dixwaze zemîna operasyonan ferehtir û dijwartir bike. Fitne û fesadiyê dike, dixwaze ku birakujiyê bike navbera kurdan. AKP’ê berdewama desthilatdariyên berî xwe ye. Tansu Çîller jî ji derve piştgirî distand, Erdogan jî ji Amerîkayê piştgirî distîne. Ew jî bi îdiayên mezin derketin pêş, Erdogan jî, lê aqibeta yên berê bû çi, ya Erdogan jî wê bibe ew. Gelê kurd her dem rûmet û şerefa xwe parastiye.”

Qendîl nebe jî PKK heye
Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Murat Karayilan got ku, pêwiste baş bê zanîn ku PKK ne li Qendîlê bi tenê ye, Qendîl nebe jî wê PKK hebe, xala duyemîn jî, gelê Maxmurê ye û gelê Maxmurê, ne basît û arzan e, xwedî dîrokeke berxwedêr ya bi rûmet e. Li dijî zordestiya artêşa Tirk koçber bûne û bêrûmetî erê nekirine, li Maxmurê jî, li cihekî qelaç bû, lê cîhaneke bi rûmet ava kirin. Desthilatdariya AKP’ê, hîna bangên bêrûmetkirinê dike. Bila bê zanîn ku gelê kurd her dem û dibin her cûre mercan de, şerefa xwe û rûmeta xwe parastiye.

Rola hêzên navneteweyî
Karayilan destnîşan kir ku di rewşa îro ya rêber Apo de, CPT’î û dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî xwedî par e û wiha daxuyand: “Berpisiyarê vê rewşê, ne tenê dewleta Tirkiyê ye, xwediyê vê siyasetê hêzên navneteweyî ne. Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî berpirsiyar in, lewra em ji CPT’ê dixwazin ku biçê Îmraliyê û rewşê sererast bike. Cihê ku hatiye çêkirin, rekiha mirinê ye. Rekiha ku destûra nefedayin û standinê nadê ye. Ji bo tenduristiyê ne baş e. CPT’ê jî, rewşa tenduristiya serokatiya me baş dizane. Eger tiştek bibe, berpirsyar CPT’ê ye. Dewletên li pey CPT’ê ne. Pêwiste rojekê ber rojekê serokatiya me ji wer debrixin. Ne çareseriya pirsgirêka kurd jî wekî webalekî di stuyê Amerîka de ye. Amerîka, sazkarê komployan û destekvanê terora dewleta Tirkiyê ye.”

Sûriye gavên paş avêt
Murat Karayilan, bal kişand ser greva birçibûna li girtîgeha Edra û wiha got: “Serokê dewleta Suriye di destpêkê de got ku ewê gavên demokratîk biavêje, lê mixabin paşde gav avêt. Li girtîgehên Suriye pergala êşkencê dijwartir kir. Dibin pêşengiya girtiyên PKK û PYD’ê de têkoşîneke dîrokî dest pê kiriye. Ev têkoşîn kete roja 34’an. Yekem car e ku têkoşîneke wiha, li Suriyeyê tê lidarxistin. Ev temsîliya gelên li Suriye ye û dîrokî ye. Berdewama xeta Mazlum Dogan, Kemal Pir, Hayrî Durmuşan ya di zindanên Suriye de ye. Pêwiste gelê me li wan xwedî derbiekvê. Piranî gelê me yê li başûrê rojava, sazî û dezgehên demokratîk û gelê me yê li Ewropa, xwedî derketineke bi hêz û çalak destnîşan bikin.”

‘Girtiyan serbest berdin’
Karayilan bang li dewleta Suriye jî kir ku daxwazên girtiyên azadiyê li ber çavan bigire, zext û zora li girtîgehan jî bidê rawestandin û dirêjî da axaftina xwe: “Pêwiste desthilatdariya Suriyeyê, şaşiyan neke, kes bi zext û zora li ser girtiyên azadiyê tu encaman bidestnaxe. Têkiliya gelê kurd û dewleta Suriye, dostaniyeke qedim heye. Bi kiryarên desthilatdariya îro ya Suriye ev têkilî sar bûne. Eger Suriye dixwaze ku têkiliya kurdan û dewleta Suriye xweş bibe, bila zext û zor a li ser gelê kurd û ya li ser girtiyên azadiyê terk bike û girtiyên azadiyê serbest berde.”

Bê têkoşînê maf nayên standin
Karayilan herî dawî, bang li ciwan û jinên kurd kir ku di vê pêvajoya ku jiyana serokatiyê ket bin telûkeyê de, dijberiya nîşan bide û wiha dawî anî axaftina xwe: “Ciwanên kurd li metropolên Tirkiyeyê berxwedaneke dîrokî detsnîşan dikin. Pêwiste her Kurdistanî bi heman giyanî tevbigere. Em, ciwanên kurd û her kurdê ku di çalakiya li gel Rêber Apo dikin bi dilsozî silav dikin û dibêjin, bê berxwedan û têkoşîn, tu gelî mafên xwe yê azadiyê bidestnexistiye.” BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment