Friday, December 4, 2009

Ciwanan çalakî gur kirin


04/12/2009

Bi hezaran ciwan li taxa Başakê ya navçeya Silopî ya Şirnexê civiyan û zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanan, meşale vêxistin û ber bi riya Îpekê ve meşiyan.
Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên “PKK gel e, gel li vir e”, “Bila destên dirêjî Ocalan dibin, bişkên”, “Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin” û “Tolhildan” berzkirin. Piştre cîwanan Riya Îpekê ji trafîkê re girt û li ser vê jî polîs bio gazên îsotê û avê êrîşê ciwanan kir. Polîsan bi awayeke tund êrîşê girseyê kir û bi cop, dar û qalasan li çalakvanan xist. Girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û gelek polîsan birîndar kirin. Di dema pevçûnê de polîs bombeyên gazên avêtin der û dorê û li ser vê yekê jî glek jê zarokên biçûk, mirovên der û dorê jî ji gazê bandor girtin. Paşê pevçûn li kuçeyan belav bûn. Ciwanan li kuçeyan barîkatan ava kirin û di nav wan û polîsan de pevçûnekek mezin derket. Bûyer li taxên din ên navçeyê jî belav bûn. Pevçûn, dî taxan de heta serê sibê dom kirin û tax wergeriyan qada şer. Her wiha gelek ciwanan, demeke dirêj riya, Silopî û Xabûrê ji trafîkêre girtin.

Li Rihayê pevçûn
Li taxa Suleymaniyeyê ya Rihayê, bi sedan ciwan li taxê civiyan û bi meşeke li dar xistin. Di meşê de ciwana bênavber dirûşimên” Bijî Serok Apo”, “Nêzîkatiya ji Ocalan re sedema me ya şer û aştiyê ye”, “Ciwan ferdayiyên Apo ne” û “Bêyî Serok jiyan nabe” berz kirin. Di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi panzêr û obmbeyên gazan êrîşî ciwanan kir. Ciwanan bi molotofan bersiv dan êrîşa polîsan. Her wiha li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî du erebe bi molotofan hatin şewitandin.

Li Êlihê heta sibê çalakî
Bi munasebeta şermezarkirina girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan ciwan li taxên Petrolkent, Yavuzselim, İpragaz, Baglar, 19 Mayis û Huzurê civiyan. Ciwanan di nav taxan de meş li dar xistin.
Ciwanên li taxê civiyabûn dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e gel vir e’, ‘Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re’ û ‘Em ê cîhaneke bê Ocalan bi serê we de bînin xwarê’ berz kirin. Ciwanên ku dirûşm berz dikirin li nava taxê meş li dar xist û belav bûn.
Ciwanên ku di taxan de civiyan, Riya Koçerlerê bi molotofan ji trafîkê re girtin. Ciwanan bênavber dirûşimên wekî “Bijî Serok Apo”, “Ocalan, Ocalan”, “PKK gel e gel li vir e”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û ““Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin” berz kirin. Polîs bi panzêr û gazên îsotê êrîşê ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Li Êlihê heta sibê çalakî dom kirin. Hat hînbûn ku polîsan ciwanekî bi navê Nemet Çetinkaya girtine binçavan.
Çalakî belav dibin
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Mêrsînê her diçe zêdetir dibin. Bi sedan ciwan li taxên Fartettinpaşa û Şahinê yên navçeya Tarsûsê civiyan û heta serê sibê bi polsaîn re ketin pevçûnê. Ciwanan heta serê sibê, destûr nedan ku polîs têkevbin navçeya Tarsûsê û heta sibê li dora agir dîlan girtin. Di çalakiyan de ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hildan û meşan li dar xistin. Hat hînbûn ku li navçeyên Akdeniz û Toroslarê jî hin çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin û gelek erebeyên polîsan hatin şewitandin. AMED

Li Erdîşê panzerê da ser zarokekî
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin bi sedan kesan dest bi meşê kir. Piştî polîsan mudaxeleyî çalakvanan kir, alozî derket û di aloziyê de kesek bi giranî birîndar bû. Panzera polîsan da ser zarokekî û zarok bi giranî birîndar kir.
Koma li ber avahiya DTP'a Erdîşê hate cem hev bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" dest bi meşê kirin. Koma li ser Kolana Dalanê dest bi meşê kir rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hat. Komê jî bi keviran bersiv da polîsan û alozî derket. Li gelek cihên navçeyê bûyeran dest pê kir û demeke dirêj dom kir. Di encama bûyeran de kesek ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Bûyerên piştî mudexaleya li hemberî meşê dest pê kirîn, li tevahiya navçeyê belav bûn, didomin. Di çalakiyên li kolanên wekî Dalan, Zeylan, Kişlayê û Riya Tugayê didomin de, di navbera polîsan û çalakvanan de pêvçûn zêde dibin. Li ser bûyeran esnafan jî derabayên xwe girtn. Hate zanîn ku zarokekî ku nav wî nehate zanîn panzerê da ser, bi giranî birîndar bûye. Zarokê birîndar bûyî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Her wiha hate ragihandin ku ji Wanê, yekîneyên taqviyeyê şandine Erdîşê.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment