|
04/12/2009 |
|
Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama piştî ku stratejiya şer a Afganistanê aşkera kir, ji bo ku welatên endamên NATO’yê jî leşker bişînin Afganistanê, dest bi zextan kir. Wezîrê Karên Derve yê NATO’yê ligel rayedarên payebilind ên Amerîkayê li Brukselê civîn çêdikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji mutefîkên xwe yên endamên NATO’yê dixwaze ku hê pirtir leşker bişînin Afganistanê. Lê welatên Ewropayê bêdil nêzîkî vê daxwazê dibin. Qaşo ji bo ‘vekişînê’ dişîne Obama roja sêşemê diyar kir ku DYA ji bo şerê Afganistanê 30 hezar leşkerên din dişîne û hewl dide ku piştî sal û nîvê jî dest bi vekişînê bike. Rayêdarên payebilind ên Amermîkayê jî dest bi liv û lebatê kirin da ku stratejiya hate aşkerakirin bi siyasetmedarê amerîkî bidin qebûlkirin. Serfermandarê Giştî yê DYA’yê Orgeneral Mîke Mullen ji bo komîteya leşkerî ya Senetoya DYA’yê axivî. Mullen Diyar kir ku biryara DYA’yê ya şandina 30 hezar leşkerî dê pêşî li Talîbanê bigire da ku felaketên mezin neyên serê Afganistanê. Fermandarê amerîkî Stanley McChyrstal ku serfermandarê giştî yê hemû hêzên biyanî yên Afganistanê ye got ku bi vê teqwiyeya nû ew dê heta salekê encameke baş bi dest bixin. Ji bo vekişînê bertek Namzetê berê yê Komarparêz Senator John McCaîn ji ber daxuyaniya Obama ya ‘heta sal û nîvekê em ê dest bi vekişîna ji Afganistanê bikin’ rexne kir û got bi vê daxuyaniyê hêviya neyar (Talîban) xurt kiriye. Nînerê Obama yê Afganistan û Pakistanê yê Taybet Richard Holbrooke jî vê îdiayê red kir û got ev daxuyanî ji bo raya giştî ya navxweyî ya Amerîkayê hatiye kirin. Holbrooke destnîşan kir ku gelê amerîkî naxwaze leşker demdirêj li Afganistanê bimînin. Stratejiya esasî ev e ku polîs û leşkerên afganî perwerde bikin û berpirsiyariya ewlehiyê bidin wan. Talîbanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev plan bi kêrî tiştekî nayê û tenê dê windahiyên leşkerên biyaniyanî yên dagirkeran zêde bike. Plana nû ya Obama Teqwiyeya nû heta nîvê sala 2010'an dê temam bibe. Piştî teqwiye temam bibe hejmara leşkerên DYA’yê yên li Afganistanê digihîje 100 hezarî. Obama bang li welatên endamên NATO’yê kir da ku ew jî teqwiye leşker bişînin da ku li dijî Talîbanê şer bikin. Obama rexneya ku Afganistan dê bibe Vietnam red kir. Vegot ku ew li Afganistanê şerê ewlehiya cîhanê didin û xwest mutefîk jî bi vê hişmendiyê leşkeran bişînin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Biyanî yê Afganistanê Orgeneral Stanley McChrystal ji ber biryara Obama bextewariya xwe diyar kir. McChrystal destnîşan kir ku peywireke diyarde ye û ji bo peywirê jî çavkaniyên pêwîst dikin, hatiye dayîn. McChrystal li Qabîlê daxuyanî da. Diyar kir ku ew dê bi hatina van 30 hezar leşkerî bi Talîban bide famkirin ku ew dê bi şer bi ser nekeve. Pisporan li ser vê diyar kir ku armanca DYA’ye ne ew e ku bi vê teqwiyeyê di şer de bi ser bikeve, armanca wê ev e ku Talîbanê bikişîne asta diyalogê. QABÎL © Azadiya Welat |
Friday, December 4, 2009
DYA’yê dest bi zextan kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment