Friday, December 4, 2009

Dê çalakiyên xwe bidomînin


04/12/2009

Tevgera Jinan a Ewropayê der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser rewşa Ocalan û diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiya Ocalan bifikar in.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Girtîgeha F a ji hêla CPT’ê ve hatî avakirin tenê xapandinek e. Jinan got ku divê CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi vê munasebetê bikevin nav hewldanan û heyetekê bişînin Îmraliyê.
Tecrîd û îzalasyon heye
Tevgera Jinan a Ewropayê, di daxuyaniyê de da zanîn ku derfetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her diçe tê girankirin û ew wekî jinên Kurdistanî bifikar in û wiha daxuyaniya xwe domandin: “Piştî ku neqla wî li girtîgeheke din hate kirin derfetên wî bêtir hatin girankirin. Ev girtîgeh ji hêla CPT’ê ve hate avakirin. Bi vê girtîgehê Ocalan terkî mirinê dikin. Ocalan 11 sal in girtî ye û di 13 metrekareyî de jiyana xwe didomand. Ocalan di bin şertên giran, tecrîd û îzalosyonê de dijî. 11 sal in televîzyonek nehate dayîn, mafê telefonê bi kar neanîn û ji serlêdanan mehrûm hate hiştin. Ji ber hevdîtinan gelek caran di nav tecrîdê de rastî cezayê tecrîdê hat. Her wiha ji ber giravê jî bêtir rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû. Piştî 10 salan CPT çû serdana Ocalan û biryar da ku divê şert û mercên Ocalan bên guhertin û raporek pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Bi projeya CPT’ê girtîgeha F hate avakirin. Ev guhertina şert û mercan bi riya çapemeniyê hate aşkerakirin.”

Wî terkî mirê dikin
Tevgera Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev tenê derew û xapandinek bû ji ber ku şert û mercên Ocalan bi girtîgeha F’yê bêtir hatin girankirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berê Ocalan di 13 metrekareyî de jiyana xwe dom dikir, lê niha jî di 6 metrekareyî de dijî. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku CPT û DMME bi vê rêbazê daxwaz dikin ku Ocalanê terkî mirinê bikin.
Divê her kes hişyar be
Tevgera Jinan a Ewropayê, daxuyand ku ev CPT û DMME hîşyar dikin û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Divê CPT heyetek bişînê Îmraliyê. Şert û mercên jiyanê bên sererastkirin û Ocalan bê tedawîkirin. Her wiha heta ku daxwazên me neyên qebûl kirin çalakiyên mê dê bidomin. Di serî de jin, gelê kurd, rêxistinên mafên mirovan, dezgehên sivîl, dezgehên çapemeniyê û raya giştî di vê mijarê de hişyar bin û helwestên xwe nîşan bidin.” BRUKSEL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment