Friday, December 4, 2009

Zarokên seqet ji bîr nekirin


04/12/2009

Cîgirê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, şaredarên navçeyên Amedê û nûnerên Platforma Seqetan li saziyên perwerdehiyê yên seqetan geriyan û diyarî li zarokan belav kirin. Her wiha Şîmşek pêşangeha wêneyên ku ji aliyê zarokan ve hatibûn çêkirin jî vekir.
Bi wesîleya 3’yê Kanûnê Roja Seqetan a Cîhanê li seranserê bajar bernameyên cur bi cur pêk tên. Di çarçoveya aktîvîteyan de Cîgirê Şaredardariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Şîmşek, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Cîgirê Şaredara Baglarê Fecrî Tayfur, Serokê Komeleya Seqetan Guler Înal, ji Meclîsa Yerel Gundem 21’ê Ramanzan Serîm, ji Sekreteryaya Platforma Seqetên Amedê Kahraman Elaltunkara, Endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Hemû Seqetan Abdulkadîr Altan, Endama Lijneya Rêveberiya Tum Bel Senê Fatma Kuyucu, Endamê Lijneya Rêveberiya Komelya Seqetên Surkentê Bulent Mazak û Serokê Komeleya Kuluba Sporê ya Seqetên Nabînin Emîn Baran saziyên perwerdehiyê yên seqetan ziyaret kirin.

Dem dema guherînê ye
Alî Şîmşek û endmên platformê pêşî dibistana Seretayî ya Seqetan a Nabihîzin a Sirkentê û dibisatana Seretayî ya Seqetên Nabînin a Alî Îhsan Arslan ziyaret kirin. Midûrê Şaxa Xizmetê ya Seqetan Medenî Alpkaya jî ligel wan dibistan ziyaret kirin.
Cîgirê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Şîmşek li vir axaftinek kir û diyar kir ku ya girîng ev e ku di mejî de guherîn pêk werin û ji bo vê jî derfet bên dayîn. Şîmşek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji bo komên dezavantaj derfet bên dayîn. Lewre ji bo seqetan jî divê hewldan hebin. Ji bo seqetan ev gelekî girîng e. Ji ber vê ez spasiyên xwe pêşkêşî mamosteyan dikim. Hewldan û xebatên wan gelekî girîng in û ji destê me jî çi bê em ê bikin.”
Midûrê dibistanê Omer Dundar jî axivî û anî ziman ku seqetî ne tenê ne ew e ku ling li ser piyan nasekinin. Dundar wiha pê de çû: “Li gorî min seqetî alîkariya ku nagihîje wan e. Ji bo wan ev seqetî girîng e. Niha binesaziyên me yên fîzîkî amade ne. Lê em xwendekaran ji bo xwe nabînin. Em niha zehmetiyan dikişînin. Gelek zarokên me yên di vê rewşê de ne hene. Ev zarokên me terkî qedera xwe hatine kirin. Ji ber vê em ji Şaredarî û çapemeniyê alîkariyê xwest.”

Çi ji destê me bê em ê bikin
Şaredarê Kayapinarê, Şaredarê Sûrê û endamên platformê çûn serdana Dibistana Perwerdehiyê ya Ayten Elyesa Eryesa û Navenda Perwerdehiyê ya Kar. Şaredaran li vir pirsgirêkên wan yên budçeyê guhdarî kir. Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn di axaftina xwe de bal kişand ser seqetiyê û got ku em hemû namzetên seqetiyê ne. Karatekîn bi lêv kir ku dê bi rêxistinên civaka sîvîl re di her qada jiyanê de piştgiriyê bidin seqetan.

‘Karê wan zehmet e’
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî da zanîn ku mamostetî karekî gelekî zehmet e û pîşeya wî ya rastîn jî mamostetî ye. Demîrbaş wiha berdewam kir: “Li cîhanê karê herî zehmet mamostetî ye. Her wiha pîşeyeke herî bi rêz û girîng e. Hele mamosteyên ku van zarokên seqet perwerde dikin, karê wan gelekî zehmet e. Ez wan hemûyan pîroz dikim.” Piştî axaftinan şaredar çûn cem zarokan û diyariyên wan danê.

Pêşangeha wêneyan
Di çarçoveya bernameya li Salona Pêşangeha Surmerparkê, pêşangeha ku ji berhemên zarokan pêk dihat hate vekirin. Cîgirê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Şîmşek bi zarokên seqet re tevli merasîma vekirina pêşangehê bû. Şîmşek li vir hemû hilberînên zarokan dît û kêfxweşiya xwe anî ziman. Her wiha Serokê Komeleya Rehabîlîtasyonê û Perwerdehiya Taybet Selîm Kaplan jî bi Şîmşek re geriya û der barê xebatan de agahî da. Vekirina pêşangehê bi kokteylê berdewam kir. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment