Friday, December 11, 2009

'Ji bo aştiyê divê çend kesên din bimirin?'


11/12/2009

ENQERE - ÎHD, MAZLUMDER, Komeleya Gaziyên OHAL'ê û Malbatên Şehîdan bi daxuyanyek hevper daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman û pirsa, "Ji bo aştiyê divê çend mirovdin jiyana xwe ji dest bidin?" kir. Serokê Komeleya Gaziyên OHAL'ê û Malbatên Şehîdan diyar kir ku dê ji bo aştiyê çalakiyên bidin destpêkirin.

Komeleya Gaziyên OHAL'ê û Malbatên Şehîdan, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi MAZLUMDER û ÎHD'ê re daxuyaniyek derbarê pêşveçûnên demên dawî de da çapemeniyê. Serokê Komeleyê Muslum Ozturk di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew beşa civakê ya herî zêde ji şer zirar dîtine. Ozturk anî ziman her du aliyan jî bedelên giran dane û wiha pêde çû: "Em di demek hasas de derbas dibin. Li erdnîgariya me pêleş şovenîstî tê bilind kirin. Ev pêla bi talûke ye. Hewceyiya me bi aştî û biratiyê heye. Derdorên li ser rantê israr dikin, dixwazin pevçûn berdewam bikin. Di tevahiya dîrokê de şer hêsan lê aştî dijwar bûye. Em li vir pirs dikin, 'Ji bo aştiyê divê çend mirov din jiyana xwe ji dest bidin?' Mirov dixwazin di nav aştiyê de bijîn, ev pevçûn ji bo çi ye?"

'Em dê ji bo aştiyê çalakiyên hevpar bikin'

Ozturk bi bîr xist ku di pêvajoyek wiha girîng de malbatên her du aliyan jî li Amedê hatine cem hev û hev hembêzkirine û ev tişt gotin: "Îro parastina aştiyê di serî de wezîfeya me ya mirovahiyê ye. Ji bo aştiyê di pêşerojê de jî em dê çalakiyên hevpar bikin. Hemû dengên ji bo aştiyê bilind bibin dê pêvajoyê dewlementir bikin. Armanc û hewla me ji bo kêmkirina êşan e. Em dixwazin xebatên me yên niha pêve aştiyek bingehîn û bi rûmet bînin." Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Gokçe Otlu jî diyar kir ku ji ber pêla şovenîst bi fikar in û wiah got: "Li Tokatê 7 leşker mirin û li Amedê û Stenbolê 2 ciwanên kurd mirin. Ji bo aştiyek bi rûmet tişta ji destê me tê em dê niha pêve bikin. Bila ne leşker ne şervan nemirin."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment