Friday, December 11, 2009

Cenaze nedan malbatê


11/12/2009

Malbata gerîlayê HPG'ê Metin Guleç (Zafer Cûdî) ku li çiyayê Cûdiyê jiyana xwe ji dest da, careke din ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serî li dozgeriyê dan. Lê dozgeriyê bi hinceta cihê Guleç lê jiyana xwe ji dest daye 'herêma ewlehiyê ye' destûr neda ku malbat cenazeyê Metin Gulç bigire.
Di 4'ê kanûnê de li çiyayê Cûdiyê operasyoneke mezin pêk hat. Di encama operasyonê de pevçûn derket û 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Malbata Metin Guleç (Zafer Cûdî) ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê Metin Guleç bigire serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da. Dozger, ji xwîşka Metin Guleç, Adile Guleç û apê wî Derviş Guleç re got cihê Metin Guleç jiyana xwe ji dest daye 'herêma ewlehiyê ye'û wî jî bi firokê lêkolînê kiriye. Malbata Guleç destnîşan kirin ku ew ji bo girtina cenaze bi israr in û ji dozger destûrê xwestin. Dozgeriyê da zanîn ku ew ji bo parastin û ewlehiya malbatê nikarin baweriyeke bidin malbatê, lê heke malbat bi derfetên xwe biçe û cenaze bîne, piştî lêkolînê dikarin cenaze teslîmî malbatê bike.
Xwîşka Metin Guleç, Adile Guleç, destnîşan kir ku çi bibe bila bibe dê biçin û cenazeyê birayê xwe bîne. Guleç, anî ziman ku liherêmê 2 cenazeyên wan hene û wiha got: "Ew, ji bo gelê xwe têkoşiyan. Em ji bo wan ji wê derê bigirin amadene ku bedelê bidin. Em bi wan bi rûmet in. Bila serê gelê me sax be."
Şefik Guleç jî li dijî rewşê nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû: "Dozgeriyê ji me re got ku ew bi firokê çûne herêmê û dîtine ku anîtina cenazeyan ne pêkan e. Lê ez dipirsim, gelo li wê derê cenazeyên leşkeran hebûna dê dîsa wiha bigota? Li wê derê cenazeyê du mirovan hene. Ew jî hemwelatiyên vî welatî ne. Heke em ewqas din jî cenaze bidin, em ê biçin û cenzayên xwe bigirin." Apê Metin Guleç, Dervîş Guleç jî derbirî ku wan di serlêdanê de encameke erênî negirtine û dê serî li Walîtiya Şirnexê jî bidin. Guleç anî ziman ku heke ewlehiya wan tune be jî ew dê biçin û cenazeyan ji wêderê bigirin. ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment