Friday, December 11, 2009

‘Gotin bêwate maye’


11/12/2009

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan Rapora Mafên Mirovan a sala 2009’an ku ji aliyê ÎHD û TÎHV’ê ve hatiye amadekirin, aşkera kir. Ozturk Turkdogon, diyar kir ku cidiyeta binpêkirina mirovan li gorî salal 2008’an girantir bûne. Turkdogan destnîşan kir ku di Tirkiyeyê de tu caran demokrasiyeke li gorî mafên mirovan nehatiye sazkirin. Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fincanci jî tabloya mafên mirovan a 2009’an wekî ‘Êdî gotin bêwate ne’ rawe kir.
ÎHD û TÎHV bi mebesata 61’emin salvegera pejirandina Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî, rapora mafên mirovan a 2009’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkerakirin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Koruru Fincanci jî di civînê de amade bûn. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan derbirî ku piştî 61 salan jî di cîhanê de pergaleke li gorî Peymanan Navneteweyî nehatiye avakirin. Turkdogan anî ziman ku tu kes ji ber reng, nijad, ziman, ol, ramana siyasî û vicdanî bi cûdaxwaziyeke re rû bi rû namîne. Lê ev xal êdî girîngiya xwe winda kiriye û bi taybetî jî piştî 11’ê îlonê peyva ‘teror’ê di hemû dewletan de tevliheviyeke çêkiriye û hemû cîhanê xistine nav paranoya ya ewlehyê.

LI TIRKIYEYÊ MAF...
Turkdogan balê kişan ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ev e ku tu carî demokrasiyeke li gorî mafên mirovan ne hatiye sazkirin û wiha axivî: “Li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêka herî mizin bêgûman pirsgirêka kurd e.”

‘DIVÊ DTP NEYÊ GIRTIN’
Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku qedexeyên ziman û ramanê yên di zagona hilbijartinê de hêj jî didomin û wiha pê de çû: “Li tirkiyeyê, girtina partiyên siyasî hêj jî pêkanîneke gelek hêsan e. Em dixwazin bi bîr bixin ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê DTP neyê girtin. Parlementoya Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bi cih neaniye û Dadgeha Makeqanûnê xistiye bin berpirsyariyeke mezin. Li Tirkiyeyê, têkiliyên sivîl û leşkeran ne hatine asta welatên demokratîk. Hêviyên der barê sererastkirina binpêkirina mafan kêm in. Em careke din bi bîr dixin ku pêvajoyên bi vî rengî demdirêj in. Li Tirkiyeyê binpêkirinên di her qadî de bi hemû lezgîniya xwe didomin.”
Turkdogan, ev taleb ji dewletê kirin: “Divê ku yekîtî û serxwebûna dadê bê amadekirin, bandora leşkeriyê ji ser jiyana siyasî û civakî tune bibe, divê hemû hewldanên darbeyê bên cezakirin. Divê bi beşdariya hemû rêxistinên mafên miroan ên li Tirkiyeyê, ‘Saziya Mafên Mirovan a Neteweyî’ bê damezirandin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de gavên wêrek bên avêtin.”
Turkdogan bersiva pirsa çalakiyên şermezarkirina zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha bersivand: “Grava Îmraliyê û rewşa girtîgehê ya Abdullah Ocalan, dibe sedema hin çalakiyên protestoyê. Heke ku îro kuçe hatibûn vî halî, ev ji ber astengiyên li ber mafê azadiya raman û fikrê ye. CPT dikare li Îmraliyê kontrolan bike lê divê rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê jî biçin Îmraliyê. Em her sal ji bo vê yekê serîlêdanan dikin lê bersiveke erênî ji me re nayê dayîn.”
Piştî Oztuk Turkdogan, Seroka Giştî ya TÎHV’ê Prof. Dr. Şebnem Koruru Fincanci tabloya mafên mirovan a Tirkiyeyê wekî ‘Em di qonaxa ku gotin qediyane de ne’ ravekir. Şebnem Koruru Fincanci diyar kir ku di 61’emin salvegera pejirandina Peymana Mafên Mirovan de, pêşveçûn gelek kêm û zehmet in û wiha lê zêde kir: “Ev belge di ser riya desthilatdaran de tên bi rê ve birin û pejirandin. Divê ku em dizanibin ku têkoşîna li dijî destihatdarên ku me tune dihesibînin ne hêsan e. Divêku tu kes di vê têkoşînê de paşve gav neavêje. Tirkiye hêj jî bi makeqanûna cuntaya laşkerî ya 1982’yan bi rê ve diçe. Davbekar di vê welatê de wênesazdikin û bextewar dijîn. Divê ev neyê ji bîr kirin. STENBOL / DÎHA

Hin xalên di raporê de ev in
- Şîdeta hêzên dewletê li gorî salên berê kêm nebûye. Di 1’ê kanûna 2009’an de 5 kesan di binçavan de 33 kesan jî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest daye. Di bûyerên kiryar nediyar, “rawete” întxar û bûyerên din de 46 kesan bi guleya hêzên dewletê jiyana xwe ji dest daye.
- Di sala 2009’an de 17 bûyerên kiryarnediyar hatine kirin. Mixabin hikûmetê ji bo ku bûyerên kiryarnediyar yên di navbera salên 1980’yî û 2002’an de ronî bike tu lêkolîneke xurt nekiriye. Divê windayî bên ditîn, cinayetên kiryarnediyar bên aşkerakirin û berpirsiyarên wan bên cezakirin. Li gel vê yekê di salên 1994-1995’an de li navçeya Cizîrê têkîldarî bûyerên kiryarnediyar dozek hatiye vekirin. Ev yek hêvî dide.
- Gotina ji bo îşkenceyê sifir tolerans di sala 2009’an de jî di refan de maye. Di sala 2009’an de heya meha mijdarê 436 kesan ji ber îşkence û muameleya xirab serî li TÎHV’ê daye. Ji van kesan 252’yan di nava salê de îşkence ditiye.
- Di çalakî û meşan de hêzên dewletê êrîşên dijwar pêk anîne û di 9 civîn û çalakiyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 269 kes jî birîndar bûne. Di mudaxaleya çalakiyan de 1414 kes hatine binçavkirin û ji van 369 kes hatine girtin. Disa binpêkirina mafan ya din TMK ye û heyan niha di vê çerçoveyê de 177 zarok li Dadgehê Cezayên Giran yên taybet hatin darizandin.
- Hejmara girtî û hikumxarên li girtîgehan her roj zêde dibin. Li gorî meha mijdarê ya 2009’an 117 hejar û 061 kes di girtîgehan de ne. Ji van 40 hezar û 206 kes gîrtî, 19 hezar û 970 kes girtiyê hikumxar, 56 hezar û 885 kes jî hikumxar in. Di nava vê hejmarê de 2 hezar û 603 zarokên girtî û hikumxar hene. Hejmara girtî û hikumxarên zarok mirovî diltirs dike û ev yek ji sedî 2,22 ye. Li gîrtîgehan 44 kesên nexweş li benda dermankirinê ne.
- Daxwaza ÎHD, MAZLUMDER û TÎHV’ê ya ji bo Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ji raya giştî re bê vekirin û kontrolkirin hê jî nehatiye qebûlkirin.
- Bi gîştî di hiqûqê de zagonên astengkirina ramanê hê jî hene. Bi tena serê xwe di Zangona Cezayan a Tirk de 15 madeyên raman û gotînê asteng bikin hene û ev yek cihê hev tijî dikin. Ji bo ev yek bê guhertin heya niha tu tişt nehatiye kirin. Di sala 2009’an de di nav 10 mehan de 355 kes ji ber ramanê rastî dozên cuda hatine û ceza girtine.
- Di aliyê çapemeniyê de jî pirsgirêkên cidî hene. 34 rojnameger girtî ne û hê girtina wan didome. Di sala 2009’an de 29 rojname û kovar hatine girtin, der heqê 65 pirtûkan de doz hatine vekirin û 4662 malperên înternetê jî hatine qedexekirin.
- Pirsgirêkên rêxistinî her roj zêde dibin û didomin. Li vî welatî hê jî girtina partiyên siyasi gelek hêsan e. Der heqê 6 partî û komeleyan de dozên girtinê hatine vekirin. 129 êrîş li dijî partiyên cuda hatine kirin. Hêzên dewletê 42 caran bi ser partî û dezgehên cuda de girtine. Di vê çarçoveyê de êrîşên li ser KESK û DTP’ê li ber çavan in. Divê çarçoveyê de doza girtînê ya li DTP’ê gelekî girîng e.
- Di serî de li ser rêveberên ÎHD’ê û parêzvanên mafên mirovan zext zêde bûne û gelek kes hatine girtin û darizandin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment